Herêma ewle: DYE û Enqerê heman daxuyanî dan

Sefaretxaneya DYE ya Enqerê û dewleta Tirk di mijara ‘herêma ewle’ de li ser hevdîtinên kirin heman daxuyanî dan.

Sefaretxane û Wezareta Parastinê ya Tirk bi heman rengî daxuyanî dan.

Di hevdîtinên 5-7’ê Tebaxê de ku sê rojan di navbera heyetên leşkerî yên herdu welatan dom kir de, pilanên ku ‘herêma ewle’ dike hedef gotûbêj kirine.

Li gorî sefaretxaneyê li ser sê nuqteyan li hev kirine:

“*Tedbîrên destpêkê yên ku fikarên dewleta Tirk a li ser herêmên bi ewle bên rakirin bi lez bikevin meryetê.

*Avakirina herêma ewle, bi armanca kordînekirin û birêvebirin wê bi Tirkiyeyê re navendeke ya operasyonê bê avakirin.

*Ji bo herêma ewle bibe korîdoreke ya aşiyê û ji bo welatiyên Sûriyeyî ji welatên xwe hatine derketin vegerin hemû tedbîr bên girtin.”

Di daxuyaniyên hem dewleta Tirk û hem jî DYE’yê kirin de li ser mijara ‘herêma ewle’ wê çawa be, wê çawa bê avakirin, wê çawa li gel Federasyona Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bikevin nava peywendiyan û wê koçberên Sûriyeyê li kû bên bicihkirin zelalî nehate ragihandin. Federasyona Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê têkildarî mijarê hê ti daxuyaniyek nedaye.