Herêma Barê ji çeteyan hat paqijkirin
Herêma Barê ji çeteyan hat paqijkirin
Herêma Barê ji çeteyan hat paqijkirin
Li herêma Barê ya Şengalê, di operasyona hevbeş a hêzên HPG, YJA STAR û YBŞ'ê de zêdeyî 10 çete hatin kuştin û gelek alavên leşkerî hatin desteserkirin.
Fermandariya HPG'ê ya Şengalê, detayên oeprasyona li herêma Barê bi daxuyaniyekê aşkera kir. Hat ragihandin ku di operasyona 13'ê Mijdarê ya hêzên HPG, YJA STAR û Yekîneyên Berxwedana Şengalê (YBŞ) de, herêma Barê ya ji 3 gundan pêk tê û girên wê ji çeteyan hat paqijkirin. Di daxuyaniya fermandariyê de hat gotin, "Di encama vê operasyoNê de, bi qasî hatiye tespîtkirin 10 çete hatine kuştin, gelek çete jî birîndar bûne. Di operasyonê de 9 çek û gelek alavên leşkerî hatin desteserkirin. Di encama çalakiyên me de, rêya bejahî ya Barê-Şilo, li çeteyan hatiye girtin."
PÊŞMERGEYAN LI ŞENGALÊ TI ÇALAKÎ LIDAR NEXISTINE
Fermandariya HPG'ê ya Şengalê bal kişand ser weşanên hin navgînên çapemeniyê ku îdîa dikin ev operasyon ji aliyê hêzên pêşmergeyan ve hatiye kirin û got, "Ev nûçe bêbingeh in û dûrî rastî û exlaqê ne. Ji 3'ê Tebaxê û pê ve hem Fermandariya me ya Biryargeha Navendî, hem jî Fermandariya HPG'ê ya Şengalê banga fermandariya hevpar û çalakiyên leşkerî yên hevpar kiribûn. Lê belê ev fermandariya hevpar nehatiye avakirin û heta niha ti çalakiyeke pêşmergeyan a li Şengalê pêk nehatiye. Ji xwe hêzên ku behsa wan tê kirin, wan bi xwe jî gundê Barê nedîtine. Em bang li van hêzan dikin ku bi awayekî neheqî xwedî li çalakiyên serketî yên gerîlayên me dernekevin û di bin sîwana fermandariyeke hevpar di çalakiyên rastî û têkoşîna berxwedanê de cih bigirin."
ÇEKÊN HATINE DESTESERKIRIN
Di encama operasyona du rojan de çekên hatine desteserkirin ev in: "1 çekek doçka ya 12,5 û 4 qutî ji fîşekên wê, 2 çekên BKC û 5000 fîşekên wê, 2 zincîr û lûleyeke zêde ya BKC, 3 çekên kalaşnîkov, 105 şarjor û 1000 fîşekên wê, 1 çeka rokêtê ya B-7 û 5 rokêtên wê, 1 çeka BKT, 1 debance û şarjora wê, cîhazeke biçûk, 2 rext, 3 dûrbîn, 12 êlekên ji pola, gelek alavên leşkerî."