‘Her ku NY’yê bêdeng bibe, berxwedana me jî wê bidome’
Çalakiya Kurdistanî û dostên wan a li pêşiya avahiya NY’yê di roja 3’an de, birin pêşiya Komîseriya Bilind a Mafê Mirovan a NY’yê.
Çalakiya Kurdistanî û dostên wan a li pêşiya avahiya NY’yê di roja 3’an de, birin pêşiya Komîseriya Bilind a Mafê Mirovan a NY’yê.
Kurdistanî û dostên wan ên li Swîsreyê dijîn bi armanca êrîşên dewleta Tirk û çeteyên wê yên hovane û li dijî van êrîşan bêdengiya NY’yê û hêzên navneteweyî protesto bikin çalakiya ku li pêşiya avahiya Ofîsa Neteweyên Yekbûyî (NY) a Cenevreyê di roja 3’an de dewam dike. Çalakvanên ku di roja 3’an de çalakiya xwe birin pêşiya Komîseriya Bilind a Mafê Mirovan a NY’yê, bang li Komîserê Bilind ê Mafê Mirovan a NY’yê zîd Ra’ad El Husseîn kir ku dijî êrîş û qetlîamên dewleta Tirk a li ser Efrînê bikeve nava tevgerê.
Çalakvanên ku qada li pêşberî Komîseriya Bilind a Mafê Mirovan a NY’yê bi pankartên li ser “Tirkiye Kurdan qetil dike, NY bêdeng e”, “Duh Kobanê, îro Efrîn, duh DAIŞ îro dewleta Tirk” û “Tirkiye qetil dike, Ewropa, NATO û NY bêdenge” hatibûn nivîsîn vekirin, bang li NY’yê kir ku têkevin nava liv û tevgerê.
Di çalakiyê de dirûşmên “Kujer Erdogan”,”Dagirker dewleta Tirk”,”Tirkiye qetil dike NY’yê temaşe dike”, “Her der Efrîn e, her der berxwedan e” qîr kirin, her wiha dowîzên ku hevkariya Erdogan û DAIŞ’ê tîne ziman hatin bilindkirin.
JI BÊDENIYA WE YA LI QETLÎAMAN TEMAŞKEKIRIN RE ÊDÎ BES E!
Di daxuyaniya bi zimanê Fransî hate kirin de bal hate kişandina ser qetlîamên dewleta Tirk a li ser sivîlên Efrînê û ev tişt hate gotin: “NY’yê bi vê bêdengiya xwe xizmetê ji dewleta Tirk a dagirker re dike. Tevî biryara agirbestê ya 30 rojan a ji aliyê Konseya Ewlekariyê ya NY’yê ve hate dayîn, hê jî dewleta Tirk a dagirker êrîşên xwe yên li ser Efrînê dom dike. Li hemberî vê hem NY’yê hem jî hêzên navneteweyî bêdengiya xwe dewam dikin. Ev hêz baş dizanin ku bi vê helwesta ku raber dikin dibin hevkarên qetlîamên li Efrînê tên kirin. Em bang dikin ku dawî li vê hevkariya qetlîaman bînin. Ji ber berjewendiyên xwe ji qetlîamên li ser Kurdan tê kirin re bêdeng nemînin.”