‘Her kesê li dijî şer divê li gel HDP’ê cih bigire’

Kurdistanî û Tirkiyeyiyên li Ewropayê dijîn xebatên xwe yên ji bo 24’ê Hezîranê didomînin.

Li Nantes a Fransa, paytexta Danîmartka Kopenhag, paytexta Elmanya Berlîn û bajarê Ûlmê aktivîteyên cuda cuda hatin kirin.

NANTES

Li bajarê Nantes ê Fransayê ji bo hilbijartina 24’ê Hezîranê mîtîngek hate lidarxistin. Mîtînga ku ji aliyê komîsyona hilbijartinê ya HDP’ê ku li Komeleya Elewiyan hate lidarxistin Parlemetera HDP’ê ya Sêrtê Besîme Konca, Serokê Komeleya Elewiyan Ziya Ûlûsoy û hevserokên NCKD-Nantesê tevlî bûn.

Bi sedan kes tevlî mîtîngê bûn û axaftin hatin kirin. Di axaftinan de bal hate kişandina ser hilbijartina serokkomariyê û ya parlemeteran. Hate gotin ku divê welatî xwedî li sindoqan derbikevin rê nede ku faşîzma AKP-MHP’ê vîna gel xesp bike.

KOPENHAG

Li Danîmarkayê jî xebatên hilbijartina HDP’ê bi civînên gel dom dike. Li paytext Kopenhag bi tevlîbûna parlemeterê Şirnexê yê HDP’ê Faysal Sariyildiz, li salona dawetê ya Başak civînek hate lidarxistin. Sariyildiz li vir axivî û got heta roja me ya îro gelê Kurd li dijî qirkirin û qetlîaman rûhekî yê têkoşer û şoreşger raber kiriye.

Sariyildiz bibîr xist ku Erdogan dît ku wê bê darezandin ji bo wê biryara hilbijartina pêşwext da. Sariyildiz diyar kir ku gel wê 24’ê Hezîranê wê dîktatoriyê têk bibe, ji bo vê divê her kes kar bike. Sariyildiz wê sibe jî tevlî civîna li bajarê Arhsûsê bibe.

ÛLM

Li bajarê Ûlm ê Elmanyayê lîstika bi navê ‘Çîrokek li kolanan mayî: Efsûn’ hê jî dom dike. Lîstik ji aliyê gel ve bi eleqeyeke mezin hate nîşandan.

Ji beriya lîstikê axaftin hate kirin. Hevberdevkên KCD a Ûlmê Songul Toprak û Serkan Akter axivîn û gotin: “Em bang li hemû gelê xwe dikin ku deng bidin HDP’ê û namzetê serokkomariyê Selahattîn Demîrtaş.” Dahata ji lîstikê hate girtin, ji bo xebatên hilbijartinê radestî Platforma Hilbijartinê ya HDP’ê ya Ûlm’ê hate kirin.

BERLÎN

Li paytexta Elmanya Berlînê jî xebatên piştgiriyê ya ji bo HDP’ê dewam dike. Berdevka Komîsyona Hilbijartinê Mehtap Erol xebatên hilbijartinê vegot.

Xebatên hilbijartinê yên li welatên Ewropa bi hemû leza xwe dom dike. Xebat li Karnavala Çanda Navneteweyî ya Berlînê dom dike.

 Erol bal kişand ser xebatên hilbijartinê û got: “Gel xwedî bawerî, hêvî û vîn e. Em di wê hêvî û baweriyê dene ku di hilbijartina 24’ê Hezîranê de em ê faşîzma Dihaqê demê Erdogan û Bahçelî têk bibin. Di pêşengtiya HDP’ê de em ê demokrasiya gelan ji nû ve ava bikin.”

Di dawiya çalakiyê de ji 600 belavokên ku ‘Bi te digurher’ û ‘HDP çiye’ hatin belavkirin. Dîsa gel li ber sitranan govend gerandin.