Her diçe bîlançoya pandemiyê giran dibe
Li gorî daneyên fermî li tevahî cîhanê 2 milyon û 200 hezar kes bi şewba Covîd-19 ketiye, 147 hezar û 700 kes jî miriye.
Li gorî daneyên fermî li tevahî cîhanê 2 milyon û 200 hezar kes bi şewba Covîd-19 ketiye, 147 hezar û 700 kes jî miriye.
Her diçe li cîhanê bîlancoya pandemiya Covîd-19 girantir dibe. li tevahî cîhanê 2 milyon û 200 hezar kes bi şewba Covîd-19 ketiye, 147 hezar û 700 kes jî miriye.
Vîrûs belavî 139 welat û herêman bûye.
Herî zêde li Emerîka kes bi vîrûsê ketine û mirine. Li pey wê Îtalya û Spanya tên.
Li tevahî cîhanê derdorî 557 hezar kes ji ber şewbê baş bûne, 1 milyon û 500 hezar kes jî tên dermankirin.
Ji ber şewba Covîd-19 li gelemperiya cîhanê 4,5 milyar kes mane di mal de.
TIRKIYE
Li gorî rayedarên Tirk dayî diyarkirin heta niha li Tirkiyê hejmara kesên ji ber sedema pandemiya koronavîrûsê mirin gehişte 1643’an û hejmara kesên bi vîrûsê ketîn jî gehişte 74,193 kesan.
GIRTÎGEH
Li Tirkiyeyê desthilata ku çete, diz, tecuwuzkar û mafya berdan girtiyên siyasî terkî miriyê kirin. Mahmût Temel ê li Girtîgeha Tîpa E ya Sêrtê dimîne ku du caran ji spazma dil hate dermankirin diyar kir ku ji ber vîrûsa koronayê ti tedbîrek nehatiye girtin.
LI HINEK WELATAN BÎLANÇOYA KORONAYÊ WIHA YE
DYE: 678 hezar kes pê ketine, 36 hezar û 640 kes jî mirine.
SPANYA: 185 hezar kes pêketine, 19 hezar û 315 kes jî mirine.
ÎTALYA: 168 û 941 hezar kes pêketine, 22 hezar û 170 kes jî mirine, 106 hezar jî tên dermankirin.
FRANSA: Zêdetirî 165 hezar kes pê ketine, 17 hezar û 920 kes jî mirine.
ÎNGÎLTERE: 103 hezar kes zêdetir pê ketine, 13 hezar û 700 kers jî mirine.
ELMANYA: 138 hezar û 200 kes pê ketine, 4 hezar û 101 kes mirine.
BELÇÎKA: 36 hezar û 138 kes pê ketine, 5 hezar û 165 kes jî mirne.
HOLLANDA: 30 hezar û 449 kes bi şewbê ketine, 3 hezar û 459 kes mirine, 26 hezar jî tên dermankirin.
SWÎSRE: 27 hezar kes zêdetir bi vîrûsê ketine, 1 hezar û 288 kes jî mirine.
ÎRAN: 79 hezar û 494 kes bi şewbê ketine, 4 hezar û 958 kes jî mirine.