Hemû mirovahî divê li dijî yên Şengalê dagir dikin derkeve

PDK bi mebesta ku vîna Êzîdiyan bişkîne û wan bipirnisîne êrîş bi ser Şengalê de bir. PDK dixwaze weke berê ew her çi bixwaze Êzîdî jî wê bikin. Êzîdî di mêjûyê de tim bi fermanan re hevrû bûne.

3’ê Adarê êrîşa dagirkerî ya Şegalê ya ku di serdana Mesûd Barzanî a Tirkiyê de plana wê hatî girêdan pêk hat. PDK’ê kontrayên xwe yên ku xwedî kirin, bi çek û rext kirin bi ser gelê Êzîdî de şandin. PDK ya ku di 3’yê Tebaxê de ferman dayî pêşmerge da ku li ber xwe nedin, gerîla li ber xwe da û heta ku dagirkeriya DAIŞ’ê ya Şengalê asteng bike xwedî li Şengalê derketiye. Li gel ku Şengal bi dest DAIŞ’ê ve berdaye jî dibêje ev qad a me ye. Ez dibêjim qey li dinyayê dirûtiyeke bi vî rengî kêm heye. Wek ku gerîla hatibe û PDK bi zorê û bi neheqî ji wir derxistibe niha PDK li ser wir doza heq dike. Êşa ku PDK’ê li Şengalê  bi gelê me yê Êzîdî dayî jiyîn heke hêzeke dî ya siyasî bikira careke dî wê behsa Şengalê nekiriba. 3’yê Tebaxê ji ber ku PDK’ê li Şengalê li ber xwe neda çi êş hatin jiyîn? Beriya her tiştî bi PDK kumikê xwe deyne ber xwe, hesabê vê bike û piştre têkildarî Şengalê biaxive.

Dema ku pêşmerge bêyî ku li ber xwe bidin ji Şengalê derketin, nûçegihan Berfîn Hêzil dema ku pirsî, ‘’we çima Şengal berda, hûn bi kû ve diçin?’’ pêşmergeyekî got, ‘’em şikestin’’ û pêşmergeyekî dî yê di heman wesayitê de got, ‘me bersiv neda’’ Ez dibêm qey gotina, ‘em şikestin’ ne rast bû, ji ber ku qet li ber xwe nedabûn ku bişikin! PDK bi fermana navendî ji Şengalê vekişiya. Pirsa çima bêyî ku li ber xwe bidin vekişiyan, çima Êzîdî bi dest revdeyan ve berdan tê hişê mirov. Li gorî hin gotinên berbelav bi DAIŞ’ê re li hev kiribûn. Şengal wê bidana DAIŞ’ê, DAIŞ jî dema ku herêma Cizîrê ya Rojava stand wê radestî PDK’ê bikirana. Di vê peymanê de mabeynkar dewleta Tirk bûye. Li gorî şîroveyeke dî jî PDK ji ber ku dixwest bi dewleta Sinnî ya Ereb re ku wê li Başûr pêk bihata dixwest di nav aştiyê de be û ji bo vê jî Şengal bi dest wan ve hiştibû. De qet li dijî Şoreşa Rojava jî di mijara tevgera hevpar de li hev kiribûn. PDK teqez e ku bi bazarekê Şengal bi dest Êzîdiyan ve berda. Jixwe DAIŞ’ê piştre got PDK li ser gotinên xwe nema. Çûna xwe ya ber bi Hewlêrê ve wiha şîrove kiribû.

PDK çima li ber xwe neda ev babeteke dî ye; lê êşa vê liberxwenedanê Êzîdiyan kişandin. Dinya hemû bû şahid ku Êzîdî bi zar û zêç û kal û pîran çawa ketin rêyan, çi qasî şepirze bûn. Berpirsê ku jinên Êzîdî  di destê DAIŞ’ê de weke koleyan hatin firotin kî ye? Divê her kes beriva vê pirsê bide. Kîjan Êzîdî dikare vê ji bîr bike? Kî dikare travma û psîkolojiya vê ya li ser Êzîdiyan texmîn bike? Weke ku fermana 73’an fîlmek be lê tê nerîn? Ya ku herî pir Êzîdîyan diêşîne ev e.

Êrîşa PDK’ê ya bi ser Şengalê de bi mebesta şikandina vîna Êzîdiyan e û pinisandina wan e. PDK dixwaze weke berê ew çi dixwaze Êzîdî jî wê bikin. Êzîdî di tevahiya mêjûyê de bi hevrêyê fermanan bûne. Helbet li ber xwe jî dane,  lê li hêla dî jî bêyî ku bi hêzên derdorê re şer bikin bi aştî xwestine bijîn jî. Ji ber  ku 73 ferman ne hindik in. Ev di nav civakê de şikestinan bi xwe re tîne. Ji ber ku tim hatine qirkirin hewl dane ku bi yên xurt re şer nekin, bi aştî bijîn. Piştî fermana 73’an jî ku berpirs PDK bû, dixwazin ji travma û qutifîna Êzîdiyan sûd werbigirin. Êzîdî di mêjûyê de bi rengekî mafdar bi rewşa giyanî ya qilqilîna kevokê dijîn. Ji ber ku ne diyar e bê ka derb wê ji kîjan alî ve were. Di mêjûya xwe de gelek zordarî, qeleşî, bêbextî û neheqî dîtine. A ku dikate ser hemû Kurdan ew bû ku Êzîdiyan ji vê rewşa giyanî xilas bikin û bikin ku xwe ewle bibînin, PDK weke kirdeyên fermana 73’an tevgeriya û bi ser Êzidiyan de girt. Dixwazin bi zext û  zorê Êzîdiyan biqutifînin. Wiha şantajê dike ku dibêje, ‘’heke hûn li dijî PKK’ê û gerîla dernekevin dewleta Tirk wê were bombeyan bi ser we de bibarîne’’ Dibêjin, ‘’heke hûn radestî me bibin tiştek bi naye’’ Jixwe li Şengalê bicihkirina çekên giran û çeteyan ne nîşandana devê tifingê lê nîşandana tifingê bi xwe ye.

PDK bi tirsa ku çêkirî Êzîdiyan jî dide axaftin. Ev tenê jî rastiya PDK’ê nîşan dide. Axaftina bi devê PDK’ê wiha ye; bila parastina Êzîdiyan nebe, bila xwerêveberî nebe, bila Şengal ne xweser be, em weke berê di jêrdestiya PDK’ê de bijîn. PDK ya ku ji Şengalê weke babilîsokê reviyaye û ecacok bi pey ketî, bi zora xwe serwerîdanîna li Şengalê weke lehengiyê dizane. Hem jî bi paşmêrtiya dewleta Tirk a ku dijminê Kurdan e. Niha deweleta Tirk bûye paşmêrê PDK’ê. Ev bi xwe jî karekterê PDK’ê nîşan dide û nîşan dide bê ka rista wê çiye. Erdogan şerê taybet ê ku Abdulhamît li ser Kurdan bi kar anî, niha bi rengekî paşverûtir û înkarker li ser Kurdan pêk tîne. PDK jî dibe amûra vî şerê taybet.

PDK ji hejarî kesên ku ji Rojavayê Kurdistanê reviyane kirine leşkerên kirêkirî. Ciwanên Rojava bi rêk û pêk kirin, çekdar kirin û xwest ku li dijî Şoreşa Rojava bi kar bînin. Kesên ku ji Rojava reviyan, weke kontra bi rêk û pêk kir û bi hêzên derve dixwaze têxe Rojava. L.ê Şoreşa Rojava ji ber ku bi nêzîkatiya dij-şoreşî ya PDK-ENKS’ê dizane, ev ferzkirin qebûl nekir. Tê fêhmkirin ku PDK ne tenê dixwaze zalî Şengalê bibe lê her wiha dixwaze di ser Şengalê re weke DAIŞ’ê zal û serwerî Rojava jî bibe û êrîşê bibe ser Şoreşa Rojava. Heke DAIŞ’ê Şengal bi dest bixista wê ew der weke baregeha dijî Rojava bi kar bianiye. Tişta ku DAIŞ’ê pêk neanî niha PDK dixwaze pêk bîne. Hem dixwaze Şengalê bi dest bixe û hem jî dixwaze di ser Şengalê re êrîşê bi ser Rojava de bibe.

Ên ku bi navê pêşmergeyên roj dixin bazarê kontra ne ku bi mebesta fetisandina Şoreşa Rojava hatine amadekirin. Ev kes ji bo welat û gel şer nekirine. Weke pêşmergeyan ne hêzeke leşkerî ne ku xwedî nirx bin. Navlêkirina pêşmergeyan a li van jî lewitandina navê pêşmergeyan e. Herî pir ê ku navê pêşmerge lewitandî PDK ye. Li Şengalê bi fermana li ber xwe nedin pêşmerge kirine hevkarê fermanê, niha jî bi navlêkirina pêşmerge a ji bo kontrayan ku dijminê Şoreşa Rojava ne, heqeretê li pêşmergeyên şehîd dike. Ev ne pêşmerge ne, Cehş in, ên goşt û savarê ne, ên ji bo zerikek nîsk in, kontra ne. Demekê hin kontra li derveyî Angola hatibûn pewerdekirin, xwedîkirin, çekdarkirin û ew xistibûn Angola. Ji van kontrayan re ‘UNÎTA’ dihate gotin. Ev jî UNÎTA’yên Rojava ne. PDK jî pêşmergeyên xwe weke Angola dixwaze bixe Rojava. Qurbanê pêşî yê van UNÎTA’yan bûne Êzîdî.

Ti têkiliya van bi Kurdan re nîn e. Ne ji bo armancekê çek rakirine. Ji Rojava reviyane. Ji ber ku bê kar û bar mane bûne leşkerên kirêkirî. Ti nirxê van nîn e. Bi rengekî bê exlaq, bê ûcdanî du gerîlayên ku bi niyeteke baş, ji bo ku di nav Kurdan de şer nekin li pêş wesayita zirxî rawestiyan kuştin. Ew wêne bi xwe jî cihêtiya di navbera kontra û gerîlayan de nîşan dide.

Gelê Êzîdî li dij wê derketiye ku çeteyên kontra ên PDK’ê Şengalê dagir bikin. Xwestin ku ev çete û çekên giran ên van çeteyan ên bi ser Şengalê û organên xwerêveberiyê de demildest vekişînin. Êzîdî bi ti rengî wê dagirkeriya van çetan qebûl nekin. Qebûlkirina vê ferzkirinê qebûlkirina şikandina vîna Êzîdiyan û pirnisîna wê ya li pêş zordariyê ye. Êzîdî piştî 73 fermanan vê qebûl nakin. Êdî rewşa beriya 3’yê Tebaxê qebûl nakin.
Bi hişmendiya 73 fermanan fersendeke dîrokî hatiye pêş Êzîdiyan. Êzîdî nikarin dev ji parastina gewherî, xwerêberî û xweseriyê biqerin. Heke vê nekin wê serê xwe têxin bin kêrê, bûneweriya xwe înkar bikin. Di serdema azadî û demokrasiyê de Êzîdî weke berê bêvînbûnê nikarin qebûl bikin. Ti caran wê qebûl nekin ku ji hêla hine din ve werin birêvebirin.

Kêşeya ku PDK’ê û çeteyên wê li Şengalê pêk anîne tenê Êzîdiyên li Şengalê têkildar nake. Êzidiyên Başûr, Rojava, Bakur, Ermenîstanê, Rûsya, Ewropa û hemû Êzîdiyên dinyayê têkildar dike. Êzîdî wê hebin an jî wê tinebûnê qebûl bikin? Êdî hebûn bi parastina gewherî û xwerêveberiyê dibe, bi xweseriya Êzîdxanê dibe. Şertên vê yên dîrokî çêbûne. Ji bilî PDK-Tirkiyê kesek li dijî xweseriya Êzîdiyan dernakeve. Çi kesekî xwedî ûcdan wê xweseriya gelê Êzîdî yê mezlûm ku xwedî baweriyeke cuda ne qebûl bikin. Çi kesê ku ji xwe re dibêje ez mirov im xweseriya Êzîdiyan red nake. Jixwe piştî 73 fermanan! 73 ferman argumna rewa ya sereke ya xweseriya Êzîdxanê ye.

Heke Êzîdxan xweser bûya teqez wê fermana 73’an pêk nehata. Heke 12 gerîla nehişta ku DAIŞ bikeve Şengalê, bi hezaran ciwanên Êzîdî bi rengekî fedaî wê nehiştana ku DAIŞ têkeve Şengalê. Ji ber ku Êzîdî bi Şengalê bûne. Êzîdî xakên ku ew kirine ew nediterikandin. Jixwe hinekî li ber xwe bidana wê gelek kes li wan xwedî derbiketana. Lê PDK çawa ku çav bi DAIŞ’ê ket reviya.

Niha divê Êzîdî û dostên Êzîdiyan tenê tiştekî bixwazin. Divê çeteyên ku ketine Şengalê demildest ji wir derkevin. Hebûna dagirkeran nayê qebûlkirin. Ew dagirker in û divê ji wir werin derxistin. An ew ê ji wir biçin an jî wê werin derxistin. Ji ber ku qebûlkirina hebûna wan ji bo Êzîdiyan mirin e.

Êzîdî êdî bê parastina gewherî, bê xwerêberî nikarin bijîn. Divê hemû Êzîdî, hemû Kurd, hemû hêzên demokrasiyê, rêxistinên mafên mirovan, hemû hêzên siyasî yên dinyayê divê ji bo xweseriya Şengalê bixebitin û xwedî li organên xwerêberiyê yên Êzidiyan derbikevin. Niha peywira mirovahiyê ev e. Divê xweseriya Êzîdiyan bi mîsogeriya hemû mirovahiyê be.