Hemû girtiyên PKK’î yên girtîgeha Çewlîkê hatin surgunkirin

Hemû girtiyên PKK’î yên girtîgeha Çewlîkê hatin surgunkirin

Piştî fîrara 18 girtiyên PKK’ê yên ji girtîgeha Tîpa M ya Çewlîkê tunel kolan û fîrar kirin şûnde,hemû girtiyên PKK’ê surgunê girtîgehên din kirin.

17 girtiyên ku ji girtîgeha Tîpa M ya Çewlîkê fîrar kirin, li çoltera gundê Ortaçanak hatibûn girtin.

Li gorî nûçeya DÎHA’yê piştî ku 17 girtiyên fîrar kiribûn, sirgunê girtîgehên din kirine, hemû girtiyên PKK’ê surgunê girtîgehên cuda kiribûn.

Hate hînbûn ku girtiyên hatine surgunkirin şandine Girtîgeha Tîpa H ya Erziromê, girtîgeha Tîpa F ya Boluyê, girtîgeha Tîpa F ya hejmar 2 a Enqereyê û girtîgeha Tîpa F ya Wanê.

Malbatên îro ji bo xizmên xwe bibînin çûn girtîgehê, şûnde vegeriyan.  Bavê Şahîn Bulutê PKK’î, Zekî Bulut ku kurê xwe li girtîgehê nedît, diyar kir ku çûye girtîgehê lê kurê xwe nedîtiye û wiha got: “Em ji bo hevdîtinê çûn girtîgehê. Ji me re gotin êdî girtiyên siyasî li vir namîne. Lîsteyek nîşanê min dan. Kurê min şandibûn Enqereyê.

Xizmê girtiyê bi navê Lutfu Arslan, Zulkuf Tunç got ew çûye girtîgehê lê ji wan re gotine ku girtiyên siyasî li vir namîne û ew şandine girtîgehên din.