Hemleya şoreşgerî ji bo îro mînake!
Hemleya şoreşgerî ji bo îro mînake!
Hemleya şoreşgerî ji bo îro mînake!
Pêvajoya çareseriya demokratîk a ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di biharê de dayî destpê kirin ji ber hesabên AKP’ê yên direngxistin û demderbazkirinê ku gihiştiye nuqteya qetînê, Ocalan di hevdîtinên xwe yên dawî de ku pêvajo şibandiye weke ‘pira Siratê’ şûnde cardin çav vegeriyan ser pêngava ku di 2011’ê de destpê kirî û di 2012’an de bi vegerandina hemleya operasyona şoreşgerî berdewam kiriye.
Tişta ku hemû kes li her hemfikire pêvajoya çareseriya demokratîk ku bi Ocalan destpê kirî û pêngava şoreşgerî a ku gerîla di 2012’an de pêkanî encama wê bû. Gerîlayên YJA-Star bal dikişînine ser hemleya ku gerîla di 2012’an de daye destpê kirin diyar kirin ku, hemû sozên ji bo Rêbertiya wan hatine dayîn ne hatine bi cih anîn, her wiha konsepta tûnekirin û înkarê li Rojava bi destê dewleta Tirk berdewam dike. Her wiha bal kişandine ser hevdîtinên ku li gel Ocalan berdewam dikin di rewşa ku heya niha ne gihiştîne çareserî û mûzakereyan, di bingehekî ku her diçe hêviyên çareseriyê xilas dibin wê şerê parastina rewa bikeve cihê wê.
Gerîlayên jinên yên YJA-Star diyar kirin ku, hesabên AKP’ê yên paşda xistin û ji bo hilbijartinan wê tiştên mezin pê bide windakirin û pêngava şoreşgerî a derbaz bûyî ji ANF’ê re nirxandin. Di pêvajoyekî ku her diçe AKP hêviyên çareseriyê winda dike, gerîlayên jin ku tevlî hemleya pêvajoyê bûne tişta jiyane pêwîste ji aliyê hemû kesî ve bi baldarî bê şopandin. Nirxandinên gerîlayên jin yên YJA-Star Şînda Efrîn û Dêrsim Cûdî nirxandinên wan yên li ser hemleya şoreşgerî.
LEŞKER BIQÎR DI REVIYAN!
Yek ji gerîlayên jin ku tevlî hemleya şoreşgerî bûyî Şînda Efrîn bû. Şînda dibêje: “Piştî ku me du rojan keşif kir û şûnde roja sêyan me dest bi çalakiya xwe kir” Şîndayê wiha berdewamkir; “Ji beriya em dest bi çalakiyê bikin me di nava xwe de rêk û pêkiyek çêkir. Heval bûn du grûp yek ji bo qereqolê bû yek jî ji bo gir bû. Dema me cihê xwe girt di hemû hevalan de heyecanek zêde hebû. Lê belê beriya em dest bi çalakiyê bikin dijmin bi me hesiya. Berî em dest bi çalakî bikin dijmin destpê kir û bêserûber derdorê xwe gulabaran kir. Em li nêzîkê kozikên dijmin bicih bibûn û me dijmin pir ji nêz ve di şopand. Em di cihê xwe de li benda hevalên çalakiyê bidin destpêkirin rawestiyan.
Piştî ku hevalan îşareta lêxistinê da me jî dest bi êrîşê kir û bi şeklekî bi bandor me li dijmin da. Piştî ku me ji nêz û bi şeklekî bandor li dijmin da, me dît ku gelek leşkerên dijmin kozikên xwe berdan û reviyan nava gund. Rexmî ku ew qas teknîk di destê dijmin de bû jî nekarî li beramberî gerîla liber xwe bide û ji tirsa kozikê xwe berdidan û di revîn nava gundiyan. Leşkera hem di kirin qaraqar di reviyan û hem jî di gotin; “Ma me çi ji we kiriye, hûn çima me gulebaran dikin, ji boy xwedê êrîşî me nekin.”
ÇALAKÎ BI RIHÊ FEDAÎ DI HAT MEŞANDIN!
Girê ku dijmin têde bicihbûyî em çûne ser girekî pir mezin. Şer li gorî me pilan kirî nîv saet zûtir berdewam kir. Ji ber ku dijmin destpêkê bi me hesiya , di saet 10’an de pevçûn destpêkir.Dijmin ji bo xwe ji êrîşên gerîlla bi parêzê teknîk di asta jor de bi kar tanî. Nêzî nîv saetê çi çek di destê dijmin de hebû bi kar anî. Lê ji ber grûbên me ji du kesan pêk di hat ti windahiyên me ên mezin çênebûn. Fermandarê me hebû binavê Karwan xelkê Bidlîsê bû. Hevalek hîna ciwan bû di 2006’an de tevlî nava rafên gerîla bibû. Ji beriya em dest bi çalakiyê bikin wî hevalî ji me re digot: “Pêwîste herkes bi rihekî fedayî yê Apoyî tevlî çalakiyê bibe. Pêwîste em serkeftinê ji xwe re esas bigrin, pêwîste binkeftinê ji xwe re qebûl nekin.”
Heval Karwan hevalekî pir rûken û bi moralbû. Moralê di da derdorê xwe mirov hêz jê digirt. Hemû heval bi rihê APO’yî ê fedaiyanê û bi coşek mezin tevlîbûna xwe ji çalakiyê re çêdikirin. Dema ku em di nava pevçûnê de bûn jî bi dengê hevalan û qêrîna wan tirs di kete dilê dijmin. Di wê çalakiya me de windahiyên mezin yên dijmin çêbûn. Çend havalên me jî bi teknîkê şehîd ketin. Me careke din rastiya dijmin derxist ber çavan. Êdî di destê dijmin de tenê teknîk mabû leşkeran ne karî xwe li beramberî gerilla bigre. Di dema şûnvegerê de jî me tedbîrê xwe girtin. Şehadeta hevalên me em xemgîn dikirin, lê dîsan jî me darbeyên mezin li dijmin xistibûn û bi serkeftinek mezin em şûnde di vegeriyan. Di encama çalakiyê de qereqol bi temamî kete destê hevalên me û gir jî bi temamî kete bin kontrola gerîlayên me. Rihê APO’yî ê fedaiyane tirsekî mezin xistibû dilê dijmin.”
DI HEMLEYA DÎROKÎ DE SEKNA JINÊ SEKNA AZADÎBÛ!
Yek ji gerîllayê YJA-Star ku cihê xwe di nava hemleya şoreşgerî girt gerîlaya jin Dêrsim Cûdî bû. Dêrsim dibêje: “Dema me dest bi amadekariyên hemleyê kir, heyecanek mezin çêbibû. Ji beriya em tevlî nava hemlê bibin me wekî hevalên jin digot pêwîste rolekî mezin yê me jî di nava vê hemleyê de hebe.” Dêrsim hestên di nava hemleyê de jiyankir wiha tîne ziman; “Ji bo rola hemleya dîrokî heyecanek mezin bi me re çêdibû. Me digot em dê çawan bikarîn rolek girîng bileyîzin. Di nava hemû hevalan de rihekî APO’yî hebû. Hemû heval bi teybet hevalên jin bi rihekî fedaî ê Zîlan ku bûye sembola jina azad tevlî nava pêngava şoreşgêrî dibûn.
Destpêkê de hevalan dema dest bi çalakiyê kirin, li Zapê li Girê Mirîşka gerîlayên me ketin kozikên dijmin de. Di dema serdegirtina gir de hevalekî me binavê Derwêş şehîd. Heval Derwêş wekî hemû hevalên din bi rihêkî pir fedayetî çû ser çeperên dijmin û tar û mar kir. Heval Derwêş di grûba êrîşê de cihê xwe ne digirt. Bi tevahî pênc hevalan di grûba êrîşê de cih girt. Heval Derwêş 3 çekên qilêş, BKS, bîsîvîng bi kar di anî.
LI BERAMBERÎ GERÎLA HÊZA DIJMIN ŞIKESTIBÛ!
Dema me di ser gir de girt leşkerên dijmin ji tirsan dengek zêde derdixistin. Li rexmî hemû hewildana dijmin şikest û em ketin gir de. Me cardin rastiya dijmin li Kurdistanê dît ku nikare li beramberî gerîla li berxwe bide. Li beramberî serkeftina gerilla êdî dijmin nikarîbû tiştek zêde jî bike. Ji ber ku tevî hemû teknîka zêde û xurt jî hêza dijmin a şer şikestibû û nekarîbû liber xwe bide. Di wê çalakiyê de 12 leşkerên dijmin hatin kuştin. Ji ber risk hebû hevalan ji me re gotin çekan li ser dijmin nerakin û bi şûnde vegerin.
Çalakiya me ya li ser dijmin bi serkeftî derbas bibû. Şehadeta heval Derwêş ji me re giran dihat û me di berdewamkirina hemleyê de wî bida jiyankirin. Tevî ku me şehîdek dabû jî lê dîsa jî çalakiyek biserkeftî hatibû lidarxistin. Birastî jî psîkolojiya dijmin binguhê hev ketibû. Me çalakî tenê nîv saetê plankiribû û di dema wê de me bi dawî kir. Ji ber ku dijmin zêde teknîk bikar anî me çalakiya xwe di nava nîv saetê de bi encam kir.
Hevalên tevlî çalakiya hemleyê dibûn piranî hevalên li gora zirûfê gerîla ne zêde kevin bûn. Lê dîsan jî dema me dest bi çalakiyê kir di hemû hevalan de rihekî yê berxwedanê, tolhildanê û serkeftinê hebû. Ji ber ku dema me dest bi çalakiyê kir hemû heval bi heyecanek serkeftinê û bê fikar bi dilekî germ û bi hêzeke mezin tevlîbûna xwe ji çalakiyê re çêkirin. Tiştên ku di hemleya şoreşgerî de serkeftin çêdikir jî ev rihê APO’yî ê serkeftinê bû.”