Helbestvanê Kurd Hamid Berdixan li Efrînê hate bîranîn

Helbestvanê Kurd Hamid Berdixan li Efrînê hate bîranîn

Helbestvanê Kurd ê navdar Hamid Berdirxan ku di sala 1996’an de jiyana xwe ji dest dabû ji aliyê wêjehezan ve li navçeya Şiyê ya bajarê Efrînê hat bibîranîn. Ji bo bîranîna 17’emîn a koça helbestvanê mezin Hamid Bedirxan, wîjehezan bi alîkariya saziya çand û hunerê ya Şiyê merasîmek bîranînê li darxistin.

Di merasîmê de gelek rewşenbîtr, helbestvan û şêniyên navçeyên amade bûn.. Merasîmê bi rêzgirtina cangoriyan dest pê kir. Nivîskarê Kurd Dr Hesen Mihemed axaftina destpêkê kir û bixêrhatina mêvanan kir û helbestek ji yên Hamid Bedirxan xwend.

Helbestvan Hemko Cezawîr ji beşdaran re li ser jiyan û zehmetiyên Hamid Bedirxan axivî û di merasîmê de her weha Helbestvan Dêrsim Mamo, Exîd Şêxo û hunermend bavê Selah jî beşdar bûn.

Helbestvanê Kurd Hamid Bedirxan bi çar zimanan "Kurdî, Fransî, Erebî, Tirkî" diaxivî. Hamid Bedirxan di sala 1924'an de li navçeya Şiyê ya Efrînê ji dayîk bûye.

Navê helbestvan Hamid Bedirxan ê rast "Hemîd Murad Hesen Xidir" e û paşnavê wî jî mîr Celadet Bedirxan di dema kombûna wan bi hin endamên komeleya "Xoybûn" re li wî kiriye.