Helay: Em ê bi lezgîn BMGK’ê bicivînin
Nûnera Herdemî ya NY’yê ya DYA’yê Nîkkî Haley, anî ziman ku wê têkildarî çalakiyên gel ên li Îran û Rohilat, banga lezgîn a civîna BMGK’ê bikin.
Nûnera Herdemî ya NY’yê ya DYA’yê Nîkkî Haley, anî ziman ku wê têkildarî çalakiyên gel ên li Îran û Rohilat, banga lezgîn a civîna BMGK’ê bikin.
Nûnera Herdemî ya Neteweyên Yekbûyî (NY) a DYA’yê Nîkkî Haley, anî ziman ku wê têkildarî çalakiyên gel ên li Îran û Rojhilatê Kurdistanê dane destpêkirin, banga lezgîn a civîna Konseya Ewlekariyê NY’yê (BMGK) bikin.
Haley a li Navenda Giştî ya NY’yê civînek ya çapemeniyê lidar xist, anî ziman ku li Îranê ji bo daxwazên xwe gel daketine qadan. Haley anî ziman ku rejîma Îranê ‘xwedî paşerojekî ku gel qetil dike ye’, diyar kir ku wê bi lezgîn BMGK’ê bicivîne.
Çalakiyên gel ên li Îran û Rojhilat ku 28’ê Kanûna 2017’an a li dijî polîtîkayên zextê û hejartiyê ya rejîma Îranê dabûn destpêkirin hefteyek li pey xwe hişt. Di çalakiyên li gelemperiya welat hate kirin de, li gorî daneyên giştî heta niha 22 kes hatine kuştin û ji hezar kesan zêdetir jî hetine binçavkirin.