Hekîmên malbatan dest ji kar berdan

Hekîmên malbatan dest ji kar berdan

Hekîmên malbatan li Edene, Mêrsîn, Amed, Riha û Êlihê bi boneya balê bikşînin ser xebatên tenduristiyê û Zagona Torbe ya Wezareta Tenduristiyê û rêziknameya Wezaretê şermezar bikin ji bo rojekê dest ji kar berdan. 

Hekîmên malbatan û xizmetkarên tenduristiyê, bi boneya balê bikşînin ser mafên xwe û polîtîkayên Wezareta Tenduristiyê ya Zagona Torbe û Navendên Tenduristiya Malbatan, daxuyanî dan çapemeniyê û ji bo rojekê ketin grevê. Bijîşkan û xizmetkarên tenduristiyê, li pêş Midûriyeta Tenduristiya Gel a Edeneyê çalakî pêk anîn. Di çalakiyê de Dr. Yaşar Ulutaş, anî ziman ku ew li dijî zagona torbeyê ji bo rojekê dest ji kar berdidin. 

Odeya Tabiban a Mêrsînê û Komeleya Hekîmên Malbatan a Mêrsînê jî bi heman armancê li Odeya Tabiban a Mêrsînê civîna çapemeniyê pêk anî. Di civîne de Serokê Giştî yê SES'ê Çetin Erdolu, Serokê Odeya Tabbian a Mêrsînê Galîp Kirici, Seroka Şaxa SES'ê ya Mêrsînê Salman Gunbat û xizmetkarên tenduristiyê amade bûn. Di civînê de Rêveberê Komeleya Hekîmên Malbatan a Mêrsînê Îsmaîl Aydin, anî ziman ku di statuya peyvirdarên cemaweriyê de bi peyman dixebitin û ji bo mafê xwe biparêzin rojekê ketine çalakiya girevê. 

Odeya Tabîban Amedê ji li ser Zagona Torbeyê li pêş Navenda Tenduristiyê ya Hêjmar 2 a Amedê daxuyanî da. Di daxuyaniyê de gelek hekîm û xizmetkarên tenduristiyê amade bûn. Serokê Odeya Tabîban a Amedê Dr. Cengîz Gunay anî ziman ku ew xizmeta tenduristiyê ya wekhev, adîl û bê pere dixwazin." 

Li Êlih, Riha Mêrdîn û Stnebolê jî bi heman armancê daxuyanî hatin dayîn.