BI DÎMEN

Hejmara nû ya kovara Stêrka Ciwan derket

Kovara Stêrka Ciwan ku her meh ji bo ciwanên Welatparêz û Enternasyonalîst ên li Ewropayê dijîn tê weşandin, vê mehê bi dirûşmeya “Bi ruhê fedaî em ê serbikevin” derket.

STÊRKA CIWAN

Kovara Stêrka Ciwan, ji bo ciwanên Kurd û Enternasyonalîst ên li Ewropayê her meh bi hejmareke nû tê weşandin. Kovara vê mehê bi hejmara 259’an bi dirûşmeya “Bi ruhê fedaî em ê bi serbikevin” derket. Kovarê di hejmara xwe ya meha Kanûnê de bi giranî cih dide nivîsên bi zimanên Kurdî û Elmanî.

Di beşa kovarê ya bi sernava Rêber Apo ya bi Kurdî de, gotinên berhevkirî yên Rêberê Apo ya ji axaftina wî ya di sala 1998’an de ya bi sernavê “Di PKK’ê de ne mirin jiyan heye” cih digire.

Di beşa Elmanî de jî beşeke ji pirtûka Rêber Apo ya bi navê “Li Kurdistanê pirsgirêka kesayetî, taybetmendiyên mîlîtaniya şoreşgerî û jiyana partiyê” cih digire.

Perspektîfên koordînasyonên rêxistinên Ciwanan ên Ewropayê Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) û Jinên Ciwan ên Têkoşer (TekoJIN) ên ji bo ciwan û jinên ciwan nivîsandine jî di kovarê de cih digire.

Di beşa bîranînê ya kovarê de jî nameyên Şehîd Asya Alî û Şehîd Rojger Hêlin ên ku di 23’ê Cotmeha 2024’an de li Enqereyê li dijî TUSAŞ’ê çalakiya fedayî kirin, cih digire.

Di beşa çandî de jî gotinên strana “Em Qadan e” ku TEV-ÇAND’ê ji bo mîtînga ku di 16’ê Mijdarê de ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo li bajarê Koln ê Elmanyayê hat lidarxistin, nivîsî cih digire.

Naveroka kovarê bi vî rengî ye;

RÊBER APO

- Di PKK’ê de ne mirin jiyan heye

- Durch den Tod Leben schaffen  

PERSPEKTÎF

- Serkeftin gâvek li pêşiya me ye 

- Unsere Antwort ist unsere autonome Organisierung (Bersiva me Rêveberiya me ya Xweser e)

JINÊN CIWAN

- Das (Wieder-)Erschaffen eines würdevollen Lebens (Jinûve afirandina jiyaneke birûmet)

-Bi gavên wêrek ber bi azadiyê ve emê bigihînîn xwebûna xwe ve  

LÊGERÎNA AZADIYÊ

- Çi li Kurdistanê çi li Ewropa, li her derên e meşa birûmet a Apociya

NIRXANDIN

- Ciwanên Kurdistanê bi çavên Asya û Rojger li jiyanê binêrin

- Fedaîbûyîn

- Hezkirina welat

- Zîlanên Hemdem: Ji Rûken û Sara, Rojhat û Erdal, heta Asya û Rojger

DÎROK

- Kornoloji: Qanûn

NAME

- Nameyên çalakgera fedaî Asya Alî

- Nameyên çalakgera fedaî Rojger Hêlîn

ÇAND

- Li qadan e

ÇALAKÎ

- Bîlançoya Çalakiyên li Bakur û Tirkiyê

PIRTÛKXANE

- Pirtûkxane

XAÇERÊZ

- Peyvik

- Sudoku