Hejmara mirovên di qezaya balafirê de mirin bû 3 kes

Hejmara mirovên ji ber qezaya balafirê ya li Stenbolê jiyana xwe ji dest dan bû 3 kes.

Balafira bi tîpa Boeîng 373 a Rêyên Hewayî ya Pegasûsê ku sefera Îzmîr-Stenbolê dikir, demeke kurt piştî li Balafirgeha Sabîha Gokçenê xwe danî ji pîstê derketibû. Li gorî daxuyaniya rayedarên dewleta Tirk di qezayê de 3 kesan jiyana xwe ji dest dan û 180 kes jî birîndar bûn.

Di nava rêwiyan de 22 biyaniyên ji 12 welatan jî hebûn. Hate ragihandin ku xizmên birîndaran bi rêya nûmaraya telefonê ya 184 dikarin agahiyan li ser rewşa birîndaran werbigirin.

Piştî qezayê Balafirgeha Sabîha Gokçen hate girtin. Rêyên Hewayî yên Tirk ragihand ku ji bo roja Çarşemê rabûn û daketina balafiran a li Balafirgeha Sabîha Gokçenê hatine betalkirin.

Serdozgeriya Komarê ya Anadolû li ser bûyerê dest bi lêpirsînê kir.

Li Sabîha Gokçenê di 7'ê Çileyê de dema ku balafirgeheke Pegasûsê xwe danîbû ji pîstê derketibû.