Hejmara meha Sibatê ya rojnameya Serxwebûnê derket

Hejmara Sibatê ya rojnameya Serxwebûnê bi sernavê "Serketina Garê tarîtiya 15'ê Sibatê têk bir" hate weşandin.

Di hejmara 470'î ya rojnameya Serxwebûnê de cihekî berfireh ji Komploya Navneteweyî ya 15'ê Sibatê, çalakiya fedayî ya 'Hûn nikarin roja me tarî bikin' û serketina gerîla ya li Garê re hate veqetandin.

Di rojnameyê de ji parêznameya 'Şaristaniya Kapîtalîst' a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nivîsek bi sernavê 'Modernîteya Kapîtalîst û Netewe-dewlet' hate weşandin.

Nivîsa Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Dûran Kalkan jî ji manşetê hate weşandin. Kalkan aliyên dîrokî û rojane yên komploya navneteweyî ya 15'ê Sibatê dinirxîne. Kalkan her wiha têkçûna dewleta Tirk a li Garê jî şîrove dike û dibêje, "Hesabê li Enqereyê hate kirin, li Garê têk çû."

'GARÊ BÛ SERKETINA GELÊN ROJHILATA NAVÎN'

Hevserokê Konseya Rêveber a KCK'ê Cemîl Bayik jî di nivîsa xwe de ya bi sernavê "Berxwedana Garê ne tenê serketina Kurdan e, di heman demê de serketina gelên Rojhilata Navîn hemûyan e" rewşa dawî ya siyasî dinirxîne. Bayik destnîşan dike ku parastina Garê parastina Rojhilata Navîn e.

Endama Koordînasyona KJK'ê Besê Erzîncan di nivîsa xwe de ya bi sernavê "Hevrê Viyan Soran bû temsîla xurt a xeta me ya azadiya jinê li Başûrê Kurdistanê" guherîna jinê ya bi azadiyê re dinirxîne.

Di gotara bi navê Komîteya Rêveber a PKK'ê de jî bi sala 23'an a komplaoya navneteweyî re partîbûna rast tê vegotin.

Rojnameyê her wiha cih da nivîsek li ser Halît Oral ku sala 1998'an pêşengî ji çalakiyên 'Hûn nikarin roja me tarî bikin' kiribû.

Di bergê dawî yê rojnameyê de jî bîranînên gerîla yên endama Konseya Fermandariyê ya HPG û YJA Starê û Fermandara Dersimê Çîçek Botan (Hacer Kaya) hatin weşandin ku Botan di 4'ê Cotmeha 2019'an de li Pîlemuriyê şehîd bû.