Hêjmara kuştiyên topbarana Şêxmeqsûdê de gihan 10’an

Hêjmara kuştiyên topbarana Şêxmeqsûdê de gihan 10’an

Hêjmara kesên di topbaran duh ya li hemberî Taxa Şexmeqsûd ku piranî Kurd lê dijîn de jiyana xwe ji dest dane derket 10’an. Hate hînbûn ku hêjmara birîndaran jî 60 e.

Duh di demjimêrên serê sibehê de çekdarên Artêşa Azad êrîşî herêmên di navbera taxên Şêxmeqsûd û Bistan Başa kirin. Piştî ketina komên çekdar di navebera çekdaran û alîgirên rejîma Baasê de pevçûn rû da. Di dema pevçûnê de hêzên rejîma Bassê Taxa Şêxmeqsûd ku piranî Kurd lê dijîn topbaran kir. Di encama topbaranê  de 2 ji wan zarok 5 welatiyan jiyana xwe ji dset dabûn dan û hatibû gotin ku 20 kes jî birîndar bûne. Lê gorî agahiyên dawiyê hejmara welatiyên ku di topbaranê de birîndar bûne 60’e.

Li aliyê din ji welatiyên birîndar kesên bi navê Mihemd Şoşan yê li Taxa Qasî ya Helebê rudinişt, lê ji ber şer koçî Şêxmeqsûd kiribû, Mihemde Emîn (44) ê ji gundê Til Telefe, zarokên bi navê Alai Bekir (4) û Xedîca Welîd (salek û nîv) û Ehmed Habûn (32) ê ji Eyn Cara duh di satên êvarê de jiyana xwe jidest dan.

Bi vî awayî hejmara welatiyên di encama topbaranê de jiyana xwe ji dest dan derket 10’an.

Welatiyên birîndar jî aliyê Yekîneyên Parastina Gel (YPG) ve birin Nexweşxaneya Afirîn a bajarê Efrîn. Li gorî çavkaniyên nexweşxaneyê, rewşa hin birîndaran girane.