HDP’yiyên ji ber parvekirina ‘Dolar’ hate girtin!
Endamê Meclîsa Giştî ya HDP’ê Îdrîs Îlhan, bi biryareke sosret hate gitin. Hinceta girtina Îlhan jî “Ji ber bilindbûna dolar têk naçin, ji ber me têk diçin dolar bilind dibe”.
Endamê Meclîsa Giştî ya HDP’ê Îdrîs Îlhan, bi biryareke sosret hate gitin. Hinceta girtina Îlhan jî “Ji ber bilindbûna dolar têk naçin, ji ber me têk diçin dolar bilind dibe”.
Endamê Meclîsa Giştî ya Bajar ê Sêrtê yê HDP'î Îdrîs Îlhan di 25'ê Îlonê de di serdegirtina malan de hate destgîrkirin.
Piştî lêpirsîna wî ya li midûriyeta polisan di 26'ê Îlonê de sewqî dozgeriyê kirin. Dozger ji ber gotina Îlhan a "Ne ji ber ku dolar zêde dibe em têk diçin, ji ber em têk diçin dolar zêde dibe. Dolar 7.15" parve kir bi îdîaya “Maxalefeta zagona piyaseya sermayeyê kiriye" bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê kir.
Heyeta Dadgeha Sulh Ceza ya Sêrtê jî bi heman îdîayê der barê Îlhan de biryara girtinê da û şand girtîgehê. Îlhan di parastina xwe de diyar kir ku ev mesele 80 milyon mirov eleqeder dike û wî nirxandina xwe ya aborî anîye ziman. Îlhan, da zanîn ku tu armanca wî ya manipulebûnê tune ye. Heyetê der barê Îlhan de biryara girtinê da û şand Girtîgeha tîpa E ya Sêrtê.
BEŞTAŞ NERAZBÛN NÎŞAN DA
Parlemetera HDP’ê ya Sêrtê Meral Daniş Beştaş jî li ser hesabê xwe yê Twîtterê mijar pave kir û got: “Yê ku hiqûqnas be pêşkêşî nirxandinên şopdarên xwe dikim.”