HDP’yî ji bo Heskîfê meşiyan, gelek kes hatin destgîrkirin

HDP’yî ji bo Heskîfê ji rejîma AKP’ê ya ku dixwaze tine bike rizgar bikin meşiyan. Jendermeyan êrîş kirin gelek kes destgîrkirin.

Bi girtina avê ya bendava Ilisû wê Heskîf di bin avê de bimîne. Tevî hemû nerazîbûnan rejîm dixwaze dîroka 12 hezar salî tine bike.

Encamên Jinên Ciwan û Ciwanên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ji bo Heskîfê rizgar bikin dest bi nobedê kirin.

Hevşaredarên Êlihê Mehmet Demîr, Şengul Korkmaz, Parlemetera HDP’ê Ayşe Acar Başara, Endamên Meclîsa Ciwanan a HDP’ê yên ji Êlihê berê xwe dan Heskîfê, rê nehate dayîn ku li navenda Heskîfê çalakî bikin.

Bi ketina meşê ya girseyê jendermeyan êrîş kirin û gelek kes destgîrk kirin.