HDP wê tevlî civîna awarte bibe

HDP'ê, ku li dijî hewldana darbeyê daxuyaniya "çareseriya yekan e, siyaseta demokratîk e" da, wê îro beşdarî civîna awarte ya li Meclîsê bibe.

Di daxuyaniya nivîskî ya HDP'ê de hat ragihandin, Cîgirê Serokê Koma HDP'ê Îdrîs Balûken bi rêya telefonê bi Îsmaîl Karaman re axiviye û hat gotin, "Cîgirê Serokê Koma me Birêz Îdrîs Balûken bi rêya telefonê bi Serokê Meclîsê Birêz Îsmaîl Karaman re axivî, di mijara xwedîderketina li siyaseta demokratîk de helwesta me ya bi pîvan ragihand û jê re got, ku em ê tevlî civîna awarte ya 16'ê Tîrmehê roja Şemiyê ya li Meclîsê bibin."