HDP wê roja Duşemê deklarasyona xwe eşkere bike

HDP wê deklarasyona xwe ya nexşerêyê roja Duşemê eşkere bike.

Buroya Çapemeniyê ya HDP’ê daxuyaniyek weşand û got “Wê partiya me deklarasyona xwe ya nexşerêyê di 27’ê Îlonê de roja Duşemê eşkere bike.”

Wê deklarasyon ji aliyê Hevserokên Giştî yên HDP’ê were eşkerekirin. Deklarasyona li ser ‘Perspektîfa çareseriyê ya ji bo pirsgirêkên bingehîn ên Tirkiyeyê’ li Otela Hîltonê ya Enqereyê saet di 11.00’an de were eşkerekirin.

Wê KCD, DTK, partiyên pêkhateyê, sazî û dezgehên rayedar, kesên hatine hilbijartin tevlî çalakiya eşkerekirina deklarasyonê bibin.