HDP têkildarî derbeya ‘4’ê Mijdarê’ daxuyanî da
HDP’ê derbeya 4’ê Mijdarê şermezar kir û got “Li dijî kesên ku dixwazin gelan têxin bi hukmê kesekî, wekî duh em ê îro jî helwesta xwe nîşan bidin.”
HDP’ê derbeya 4’ê Mijdarê şermezar kir û got “Li dijî kesên ku dixwazin gelan têxin bi hukmê kesekî, wekî duh em ê îro jî helwesta xwe nîşan bidin.”
Lijneya Rêveber a Navendî ya HDP’ê bi wesîleya salvegera Derbeya 4’ê Mijdarê daxuyaniyeke nivîskî weşand.
“Salek berê Hevserokên me yên Giştî Fîgen Yuksekdag û Selahattîn Demîrtaş û 11 parlementer hatin binçavkirin û girtin. Ev operasyon bi navê derbeya 4’ê Mijdarê ya siyasî ket dîrokê.”
‘REHÎNGIRTIN, WEZÎFEDARKIRINA QEYYÛMAN’
Hevserok û parlementerên me bi awayekî bêhiqûq rehîn hatine girtin. Li gorî biryara Dadgeha Makezagonê divê xebatên parlementeran neyên astengkirin lê parlementer û hevserokên me girtî ne. Ev li dijî peymanên navneteweyî ye jî.
Bi Rewşa Awarte ya di 20’ê Tîrmeha 2016’an de li dijî HDP û pêkhateyên wê operasyon zêde bûne. Pêkhateya me DBP ji nav 102 şaredariyan li ser 94 heban qeyyûm hatine şandin û 75 hevşaredar hatine girtin.
Ji 4’ê Mijdara 2016’an û vir ve hevserokên me yên giştî jî tê de 15 parlementerên me hatine girtin. 9 parlementerên me hê jî girtî ne. Di heman demê de ji 10 hezarî zêdetir endamên me hatin binçavkirin û ji 3 hezarî zêdetir jî hatin girtin.
HDP'ê destnîşan kir ku desthilatdariyê li dijî siyaseta demokratîk û partiya me operasyonek pêk aniye û parlamento bi awayekî fîîlî bê bandor kiriye û teslîmê daraza li gorî fermanê tevdigere hatiye kirin. HDP'ê aşkera kir ku meclîs xwedî li berdevkên xwe û vîna xwe derneketiye.
HDP'ê aşkera kir ku ne zêde dereng, wê di demek nêz de li dijî vê bêhiqûqiyê têkoşîna demokrasî û hiqûqê dewam bike û wiha got: "Em ê wekî gelên li Tirkiyeyê çawa me duh li ber xwe da, em ê îro jî li dijî hemû zextan têkoşîna xwe li dijî rêveberiya 'yek zilamî' dewam bikin. Em ê hemû hewldanê ku dixwaze siyaseta demokratîk tasfiye bike vala derxin û têkoşîna xwe bilind bikin. Desthilatdariya ku dixwaze faşîzmê saz bike, em ê têkoşîna xwe ya demokrasiyê dewam bikin û teqez em ê bi ser bikevin.”