HDP: Rastiya girtîgehê ya Amedê li benda hevrûbûnê ye

HDP'ê têkilî salvegera 37'an a berxwedana Rojiya Mirinê ya Mezin a 14'ê Tîrmehê daxuyanî da û got, ''Heke civaka Tirkiyê dixwaze ji mekanîka darbeyê xilas bibe divê bi meseleya Kurd re û di serî de bi rastiya Girtîheha Amedê re hevrû bibe''.

Berdevka Komîsyona Hiqûq û Mafê Mirovan a HDP'ê Ayşe Acara Başaran ji bo salvegera berxwedana 14'ê Tîrmehê daxuyanî da.

Di daxuyaniyê de hate gotin, ''Tam beriya bi 37 salan, berxwedana li dijî rejîma darbeyê ya 12'ê Îlonê ya dest pê kirî, yek ji çalakiya herî meşrû a dîrokê, ya herî mirovî û ji hêla encamên xwe ve jî xwedî bandorên dîrokî bû, pêk hat'' û hate domandin, ''Berxwedana 14'ê Tîrmehê ya ku bi pêşengiya Xeyrî Durmuş, Kemal Pîr, Akîf Yilmaz û Alî Çîçek dest pê kirî, darbeya pêşî ya mezin bû ya li hişmendiya darbekar û rejîma darbeyê hatî xistin''.

Di daxuyaniyê polîtîkaya AKP'ê hate amajekirin û hate gotin, ''Dema ku em behsa rasteqîniya Girtîgeha Amedê dikin, pratîka desthilata niha ku Tirkiye hema bibêje kirine girtegeh, nîşan dide ku hişmendiya darbekar ne tenê karê generalên bi apolet e.

Ji ber vê jî heke civaka Tirkiyê dixwaze ji mekanîna darbeyê xilas bibe, divê bi meseleya Kurd re û di serî de bi rasteqîniya Girtîgeha Amedê re hevrû bibe. ''

Di daxuyaniyê de hate gotin, ''Çawa ku rejîma darbeyê ya 1982'an hewl dabe ku xwe di ser girtîgehan re mayinde bike û li berxwedaneke bi heman naverokî rast hatibe, îro jî, her cure rêbaza faşîzan û zextê li ser girtîgehan û siyaseta girtinê dixwaze xwe mayinde bike. Ji ber ku ev hevkêşeya mekanîKa darbeyê ye û li ser jiberiyên tevdigere. Îro jî li dijî vê rejîma zextê, li hundir û derve heman xeta berxwedanê xwe heyî dike û vê rewşê diçespîne.

Bi vê wesîleyê, em careke dî bang li her kesî dikin ku bi rasteqîniya Girtîgeha Amedê re hevrû bibin. Li Tirkiyê ji bo ku hemû sûcên li dijî civakê derkevin holê divê Komîsyona Heqîqetan were avakirin.''