HDP: ‘Qada Ked, Aştî û Demokrasiyê’ be

HDP’ê xwest ku navê qada Qetlîama Enqereyê lê pêk hat bibe ‘Qada Ked, Aştî û Demokrasiyê’ û her wiha daxwaz kir ku li qadê ‘Abîdeya Aştiyê’ bê çêkirin.

Têkîldarî mijarê Wekîlê Serokê Koma HDP’ê û Parlamenterê Amedê Îdrîs balûken teklîfa qanûnê da. Di beşa sedemê ya teklîfê de bal hat kişandin ku piştî daxuyaniyên Serokkomarê Tirk ên li dijî ‘Pêvajoya Çareseriyê’ êrîşên xwînrêj destpê kirine.

Di teklîfê de wiha hat gotin: “Bi taybet bi qetlîama Pirsûsê re welat ket nav şîdeteke her roj bîlançoya wê giran dibe. Heta meha Cotmehê ku Qetlîama Enqereyê çêbû, di pêvajoyê de pevçûn û windahiyên canan bi awayekî zêde destpê kirin. 218 welatiyên me jiyana xwe ji dest dan. Li erdnîgariya Kurdan gelek herêmên ewle hatin îlankirin û qedexeyên kolana dan destpêkirin. Bi hezaran kesên ku di nav de hevşaredarên hilbijartî jî hebûn hatin binçavkirin. Li ser Birêz Abdullah Ocalan ku avakarê pêvajoya çareseriyê ye, tecrîd hatiye destpêkirin. Di vê pêvajoyê giştî de li ser çapemeniyê zextek zêde û manîpulasyon pêk hatiye. Aştî ku daxwaz û hesreta herî mezin û herî bingehîn a gelên Tirkiyeyê ji aliyê Serokkomar ve bi pêvajoya çareseriyê re rakiriye sarincê.”

 ‘JI BANGA BI DEH HEZARAN KESÎ RE BI QETLÎAMÊ RE BÛN BERSIV’

Balûkan mîtînga qetlîam lê pêk hat bi bîr xist, wiha domand: “Ji bo welat ji atmosfera pevçûnê, şer derkeve,ji bo pêvajoya çareseriyê destpê bike û aştiyek mayinde bê avakirin, bi banga saziyên wek KESK, DÎSK, TMMOB, TTB bi şîara, “Li dijî Şer Aştî Niha” ve 10’ê Cotmehê 2015’an de li Enqereyê biryara Mîtînga Ked, Demokrasî û Aştiyê hat girtin…”
“Mixabin dema saet bû 10.04, li pêşiya Gara Trenê ya Enqereyê êrîşa herî bi xwîn a dîroka Komarê pêk hatiye. Li Enqereyê banga deh hezaran bi bombeyên bersiv standiye.”

“… Di encama çalakiyê de 100 qasidên aştiyê yên ji cihên cuda yên Tirkiyeyê hatibûn jiyana xwe ji dest dan, 419 jî birîndar bûn.”

 ‘BI DESTÛRA AKP’Ê PÊK HAT’

Balûken diyar kir kir ku têkîldarî qetlîama xwekujî ya çeteyên DAIŞ’ê pêk anîne, gelek guman û pirsên li benda bersivê hene. Balûken wiha got: “Pêşketinên beriya û piştî qetlîamê gumanan zêdetir dikin, îdîayên ku çalakî bi destûra desthilatiya AKP’ê pêk hatiye piştrast dikin.”

Balûken di teklîfa qanûnê de cih da raporên sazî û dezgehên piştgirî dan mîtîngê.

Wekîlê Serokê Koma HDP’ê xwest ku navê qada Qetlîama Enqereyê lê pêk hat bibe ‘Qada Ked, Aştî û Demokrasiyê’ û her wiha daxwaz kir ku ji bo bîranîna kesên di qetlîamê de jiyana xwe ji dest dane li qadê ‘Abîdeya Aştiyê’ bê çêkirin.