HDP: Polîtîkayên şerker her cûre krîzan girantir dikin

Desteya Rêveberiya Navendî ya HDP'ê têkildarî êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser Başûrê Kurdistanê daxuyaniyek da û diyar kir ku polîtîkayên desthilatdariyê yên şerker, her cûre krîzan girantir dikin.

Desteya Rêveberiya Navendî ya HDP'ê têkildarî êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ku ji 23'ê Nîsanê ve li ser Başûrê Kurdistanê dimemşîne û got, "Tirkiye ji sala 1983'an û vir ve di bin navê 'ewlekariya sînor' de li xaka Rêveberiya Herêmî ya Kurdistanê ya Iraqê operasyonên hewayî û bejahî dimeşîne. Ev operasyonên li derveyî sînor ku bi rêk û pêk tên kirin, ji bilî mezinkirina şer bi kêrî tiştekî din nayê. Tevî 38 salên derbasbûyî û bêencammayina van operasyonan hîn jî di vê mijarê d israr dikin."

Rêveberiya HDP'ê diyar kir ku desthilatdariya heyî li şûna ku ji vê şaşitiyê vegere û aştiyê li nava welêt û gelan ava bike, di heman şaşitiyê de israr dike, li derveyî sînor operasyonan dike û got, "Li dijî operasyona ku 24'ê Nîsanê hate ragihandin, xelkê herêmê nerazî ye û dixwaze ev operasyona leşkerî bi dawî bibe.

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Sedema rastî ya van operasyonên leşkerî yên bi hinceta ewlekariya sînor tên kirin, tunehesibandina alternatîfên siyasî yên li pêşberî pirsgirêka Kurd e û israra di polîtîkaya ewlekarî û şer de ye. Tunehesibandina alternatîfên siyasî pirsgirêkan girantir dike, neçareseriyê kûrtir dike."

HDP'ê destnîşan kir ku yekane rêya rast ew e ku li ser bingeha aştiyane û demokratîk diyalgo û danûstandin bên kirin û herî dawî bang li raya giştî û saziyan kir ku di vê mijarê de berpirsyar bin.