HDP li 15 bajaran wê mîtingan li dar bixe û li 66 navenda jî bernameyan organîze bike

HDP di nav çarçoweya kampanyaya referandûmê de wê li 15 bajaran mîtînga girseyî û li 66 navçe û bajaran jî bernameyan organîze bike.

Berdevkê HDP’ê Osman Bayedemîr bi daxuyaniyeke çapemeniyê ya li navenda giştî ya partiyê têkildarî kampanyaya referandûmê ya HDP’ê daxuyanî da. Baydemîr diyar kir ku ji Edirne ta bi Qersê wê li 66 bajar û navçeyan bi gel re werin cem hev, li 15 navendan mîtîngên navendî pêk bînin.

Baydemîr  bal kişande ser kuştina Kemal Kurkut û diyar kir ku ji bo berpirs derkevin holê ew ê xebatên xwe bidomînin û bi berdewamî  têkildarî kampanyaya referandûmê wiha got:

Bi milyonan mirov ên ku li dor Newrozê civiyan di heman demê de helwesa xwe ya 16’ê Nîsanê jî bi rengî xurt diyar kirin. Bûye Newrozeke wiha ku vîna ‘NA’yê derketiye holê. Newroza 2017’an wê Newrozeke bixêr (Na) be. Newroza 2017’an bûye Newroza ku li giyanê Newroza 2013’an xwedî derketî. Newroza 2017’an wan îşaretên di xwe de vedihewîne ku em ê şahidiyê guherînên mezin ên di jiyana siyasî ya Tirkiyê de bikin. Bûye şanîdêra wê ku ‘’Plana Têkşikînê’ 21’ê Adara 2017’an têk şiyayaye.
Baydemîr bi domdarî got: ‘’Helbet HDP li dijî zilma li cografyaya Kurdistanê dibêje na lê gelek sedem hene ku bibêje na. Dengdêrên Kurd ji bo ku hevserokên wan hatine girtin wê bibêjin NA. Ji bo ku şaredariyên wan hatine desteserkirin, ji bo ku bajarên wan hatine kavilkirin, zimanê wan hatiye qedexekirin wê bibêjin na. Wê li dijî yekrengiyê bibêjin na. Yek-zilamî evdbûn e. Evdbûn tenê ji Xwedê re ye. Ji bilî vê hemû hişmendiyê yek-parêziyê şîrk e. Civaka Tirkiyê ne yek zimanî ye. Civaka Tirkiyê ne yek-çandî ye. Pirreng e, piranîparêz e. Şîrk e ku mirov vê pirrengiyê bike yek reng. Kurd careke dî jî wê li dijî yekrengiyê bibêjin na.’’

Bernameya mîtîngên HDP’ê wiha ye:

 

1 Nîsan – Bursa

1 Nîsan - Hatay 

2 Nîsan - Semsûr

2 Nîsan - Aydın

8 Nîsan - Edene

8 Nîsan – Kocaelî

8 Nîsan – Izmîr

9 Nîsan – Mersîn

9 Nîsan -  Entalya

9 Nîsan – Stenbol

9 Nîsan – Enqere

11 Nîsan – Êlih

13 Nîsan – Gever

14 Nîsan – Wan