HDP: Jiyanê li zarokên me diherimînin
HDP'ê diyar kir, ji ber kontroleke têrker nayê kirin, li Edeneyê di şewatê de 12 kes mirin û destnîşan kir, ku berpirsyarî di stuyê hikûmetê de ye.
HDP'ê diyar kir, ji ber kontroleke têrker nayê kirin, li Edeneyê di şewatê de 12 kes mirin û destnîşan kir, ku berpirsyarî di stuyê hikûmetê de ye.
Desteya Rêveberiya Navendî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), li ser şewata li Edeneyê ku 12 kesan jiyana xwe ji dest dan, bi sernavê "Jiyanê li zarokên me diherimînin" daxuyaniyeke nivîskî weşand.
Di destpêka daxuyaniyê de hat gotin, "Li Edeneyê di şewatê de 11 xwendekar û wezîfedarekî jiyana xwe ji dest dan, 22 kes birîndar bûn. Bila rehma Xwedê li kesên jiyana xwe ji dest dane be. Em ji malbatan re sersaxiyê ji birîndaran re jî şîfa xêrê dixwazin."
'ENCAMA BÊKONTROLÎ Û BÊBERPIRSYARIYÊ YE'
Di daxuyaniya HDP'ê de hat ragihandin, ku şewatên bi vî rengî yên li wargehên xwendekaran ne ya destpêkê ye, ne jî bi vê feraset û bêberpirsyariya hikûmetê wê ne ya dawî be.
Di daxuyaniyê de hat gotin, "Li şûna kontrolê bike, ev desthilatdarî bi feraseta 'sebir bikin' tevdigere. Li wargehên xwendekaran ên xwemalî û cemaetan, bêkontrolî û bêberpirsyarî di asta herî bilind de ye. Avahiyên van wargehan bi kontroleke xurt a hundir û derveyî avahiyê, nayên çêkirin. Hê jî mijara 'vekirin-kilîtkirina pêlikên rizgariya ji şewatê' tê nîqaşkirin."
HDP'ê bibîr xist, ku li wargehên bi vî rengî bi giranî zarokên malbatên xizan dimînin û got, "Zarokên me li wargehên bi vî rengî yên ne ewle û nayê kontrolkirin digirin. Ji her alî ve xeteriya îstîsmarê li ser zarokên me heye. Ev yek guneh e û sûc e."
HDP'ê da xuyakirin, ku hikûmeta AKP'ê li şûna ji mirina zarokan aciz bibe, ji çêkirina nûçeyên li ser mirinê aciz dibe û got, "Bi îdîaya ku 'aramî û rewşa ewle têk dibe' qedexeyê datîne ser weşandina nûçeyên li ser şewatê. Ji mînakên heta roja îro rû dane em baş dizanin, li ser kîjan mijarê qedexeya weşanê hatibe danîn, li pişt wê bûyerê ya xemsariya hikûmetê heye, yan jî destê hikûmetê bi xwe tê de ye."
Di dawiya daxuyaniyê de hat gotin, "Gunehê vê felaketa li Aladag a Edeneyê di stuyê hikûmetê de ye ku bi gotina 'qeder' e hewl dide ser bêberprisyariya xwe binixumîne."