HDP: Ji Meraşê ve gefê li Elewiyan dixwin

HDP’ê got, ‘’Bibîranîn û jibîrnekirina Komkujiya Meraşê peywireke wijdanî, exlaqî û siyasî ye’ û diyar kir hê jî gef li Elewiyan tê xwarin.

Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ji bo salvgera Komkujiya Meraşê daxuyaniyek nivîskî da. HDP’ê bi bîr xist ku AKP’ê îsal jî destûr nedaye bibîranîna Komkujia Meraşê.

‘BI ZANEBÛN SER KOMKUJIYÊ DINIXÛMÎNIN’

HDP’ê di daxuyaniyê de got, ‘’Weke hemû desthilatdariyên dî ku li ser dîn û mezheban dixwazin serweriya xwe deynin û domdar bikin, hikûmeta AKP’ê jî ji bo ku komkujiya ser Meraşê ronî bike ti kêferat nekiriye. Li gel ku 39 sal di ser komkujiyê re çûne jî ên ku haziriyên vê komkujiyê kirin nehatine diyarkirin, kiryar nehatine mehkûmkirin. Weke gelek komkujiyên ku di dîroka nêz a Tirkiyê de hatine kirin, li gel ku aktorên sereke yên vê komkujiyê Meraşê têne zanîn jî bi zanebûn ev hate nixumandin.’’

‘HÊ JÎ GEF LI ELEWIYAN TÊ XWARIN’

HDP’ê bi berdawî diyar kir, li gel ku ev qas dem di ser re derbas bûye jî ji Elewiyan û ji mexdûrên komkujiya Meraşê lêborîn nehatiye xwestin, bersiv ji bo daxwazên siyasî û çandî yên Elewiyan re nehate dayin, mafên giştî yên Elewiyan ji hêla yasayan ve nehatine naskirin û her wiha îro jî malên Elewiyan têne deqkirin.

HDP’ê herî dawî got daxwaz û têkoşîna Elewiyan parçeyek ji têkoşîna wan e û got, ‘’ ’Bibîranîn û jibîrnekirina Komkujiya Meraşê peywireke wijdanî, exlaqî û siyasî ye’