HDP: Ji ber vîrusê xetereyeke mezin li ser penaberan heye
HDP’ê diyar kir ku ji ber vîrusê xetereyeke mezin li ser penaberan heye û divê tevdîreke lezgîn were girtin.
HDP’ê diyar kir ku ji ber vîrusê xetereyeke mezin li ser penaberan heye û divê tevdîreke lezgîn were girtin.
Hevberdevka Komîsyona Penaber û Koçberan a HDP’ê Gulsum Agaoglû derbarê xetereya koronavîrusê ya li ser penaberan îro daxuyanî da.
Di daxuyaniya nivîskî de ev tişt hate diyarkirin:
“Li ser sînorê Tirkiye û Yewnanistanê penaber di bin xetereyeke mezin de ne. Penaber hewl didin li hemberî birçîbûn, tîbûn û xwestarkirinê têbikoşin lê vê vîrusa ku derketiye holê rewş xerabtir kiriye. Hikumet divê bi lez û bez mudaxeleyên pêwist bike. Heke ev vîrus nekeve bin kontrolê wê bandoreke mezin li penaberan bike.
Em bang li hikumetê dikin ku bila pêdiviyên bingehîn ên penaberan pêk bînin û tevdîran werbigire. Heke ev vîrus derbasî penaberan bûbû, divê ev kes werin tespîtkirin û tedawîkirin.”