HDP: Ji ber Koronayê divê girtiyên nexweş û yixtiyar werin berdan

Alîkarê Hevserokê Giştî yê HDP'ê Umîd Dede bal kişande ser rîska vîrûsa koronayê û got,''Girtiyên nexweş û yixtiyar divê werin berdan, cezayê hikûmxwariyên nexweş û yixtiyar divê were taloqkirin.''

Alîkarê Hevserokên Giştî yên HDP’ê Umît Dede bal kişand ser metirsiya ku vîrûsa koronayê li girtîgehan belav bibe û vê bangê li Wezareta Dadê kir: “Divê girtiyên nexweş û extiyar werin berdan. Cezayê hikumxwarên nexweş û extiyar were taloqkirin.” 

Alîkarê Hevserokên Giştî yên HDP’ê Umît Dede yê ji Hiqûq û Mafê Mirovan berpirsyar e têkildarî metirsiyên vîrûsa koronayê ku li girtîgehan belav bibe li navenda gitştî ya partiya xwe civîna çapemeniyê li dar xist. 
 
‘GIRTÎGEH QADEK BI XETERE YE’ 
 
Dede da zanîn ku vîrûsa koronayê li çar dinyayê belav bûye û got: “Ew metirsiyên me hene ku girtîgehên hatine tijekirin di bin gefa vîrûsê de ne. Girtîgeh di grûba xetereyê de ye.”
 
Dede bal kişand ser daxuyaniya Wezareta Dadê ya ji bo girtîgehan da û got: “Jixwe azadiya wan hatiye sînorkirin. Di vê daxuyaniyê de ji bilî astengkirina hevdîtina li gel malbatan a ji bo du hefteyan behsa tu tedbîran nehatiye kirin.” 
 
‘GIRTIYÊN NEXWEŞ, EXTIYAR, DAYIKÊN GIRTÎ Û ZAROKAN BERDIN’ 
 
Dede tedbîrên divê li girtîgehan werin girtin rêz kir û got: ''Divê girtiyên nexweş û extiyar werin berdan. Cezayê hikumxwarên nexweş û extiyar were taloqkirin. Pêwîste pêşiya tahliyeyan were vekirin. Pêwîste standartên navnetewî werin pêk anîn. Lazime xwarina girtiyan were kontrolkirin û hîjyen bê girtin. Dayikên bi zarokên xwe re girtî û zarokên girtî û girtiyên nexweş divê gavek beriya gavekê werin berdan. Pêwîste Wezareta Dadê ji bo metirsiyên malbatên girtiyên niha hejmara wan gihîştiye 400 hezarî ji holê rake agahiyan bide.” 
  
Dede ji bo metirsiyên vîrûsa koronayê banga lezgîn li Wezareta Dadê kir û got: “Pêwîste Wezareta Dadê bi lez û bez bikeve nava tevgerê. Nexwê heke tiştek biçûk bibe dê rayedarên hikumetê berpirsiyar werin girtin.”