HDP’ê dawî li çalakiya xwe ya li Meclîsê anîn: Em ê ser bikevin

Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan jî di nav de 10 wekîlên HDP’î yên li Meclîsê dest bi çalakiya greva biçîbûnê kiribûn, dawî li çalakiya xwe anîn.

Li Girtîgeha Tîpa E ya Amedê çalakiya greva birçîbûnê ya Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Parlementera HDP'ê ya Colemêrgê Leyla Guvenê ku ji bo şikandina tecîrda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dest bi greva birçîbûnê kir, di roja 28'an de ye. Her wiha li gelek bajaran jî ji bo piştevaniyê parlementerên HDP'ê jî di nav de siyasetmedar dest bi çalakiyên greva birçîbûnê kirin. Li Meclîsê jî Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Bûldan jî di nav de 10 parlementerên HDP'ê ji bo 2 rojan dest bi greva birçîbûnê kiribûn. Çalakiya greva birçûbûnê ya li Meclîsê bi dawî bû.

Parlementerên li Meclîsê ketibûn greva birçîbûnê ev in: Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Bûldan, Hevserokê KCD'ê û Parlementerê HDP'ê yê Agiriyê Berdan Ozturk, Parlementerê HDP'ê yê Mêrdînê Mîthat Sancar, Parlementera HDP'ê ya Agiriyê Dîlan Dîrayet Taşdemîr, Parlementera HDP'ê ya Îzmîrê Serpîl Kemalbay, Parlementera HDP'ê ya Mûşê Şevîn Coşkûn, Parlementerê HDP'ê yê Çewlîgê Erdall Aydemîr, Parlementerê HDP'ê yê Antalyayê Kemal Bulbul, Parlementerê HDP'ê yê Şirnexê Habîp Eksîk û Parlementera HDP'ê ya stenbolê Zuleyha Gulum.

HDP'ê li ser hesabê xwe yê Twîtterê daxuyand ku çalakiya greva birçîbûnê ya li Meclîsê bi dawî bûye û di Twîttera hat parvekirin de wiha hat gotin: "Em hêzdar in, bi biryar in û tevî hemû êrîşan jî em ê bi ser bikevin."