HDP: Ev hewldanên tasfiyeyê jî wê bi ser nekevin
HDP'ê li ser cezayên girtîgehê yên li siyasetmedarên Kurd hatine birîn daxuyaniyeke nivîskî da û got, "Ev hewldanên tasfiyeyê wê mîna yên beriya xwe bi ser nekevin."
HDP'ê li ser cezayên girtîgehê yên li siyasetmedarên Kurd hatine birîn daxuyaniyeke nivîskî da û got, "Ev hewldanên tasfiyeyê wê mîna yên beriya xwe bi ser nekevin."
Desteya Rêveberiya Navendî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), li ser cezayên ku bi sala nû re li wekîlên partiya wan hatin birîn daxuyaniyeke nivîskî da.
Daxuyanî wiha ye:
"Sala 2018'an li dijî HDP’ê operasyonên qirkirina siyasî bi gavên nû dewam dikin. Careke din hiqûq binpê kirin û berjewendî derketin pêş. Mensûbên darazê careke din bûn amûrên dozên kûmpasa siyasî.
Dema di warê hiqûqî de li mijarê bê mêzekirin, her yek ji wan garabetek e, tu aliyê wê yê hiqûqî tune, bi îdiayên bê bingeh û bi derewan tije kirine, îdianameyên dozgerên wekî FETO'yê ku avêtine hundur amade kirine, cezayan bi awayekî bê edalet, bê hiqûq û bê wijdanî dibirin.
Li Serokwekîlê Komê û Wekîlê HDP'ê yê Amedê Îdrîs Balûken 16 sal û 8 meh; li Alîkara Hevserokên Giştî ya HDP'ê Aysel Tûglûk salek û 6 meh; li Wekîla Şirnexê Leyla Bîrlîk salek û 9 meh; li Wekîla Amedê Nûrsel Aydogan salek û 3 meh; li Wekîlê Wanê Adem Geverî salek 6 meh; li Hevseroka Giştî ya DBP'ê Sebahat Tûncel 2 sal û 3 meh ceza hat birîn.
Plan gelekî vekirî ye; yek bi yek cezayê wekîlên partiya 3'yemîn a Meclîsê HDP'ê bibire û wekîltiya wan bixe. Bi vê fîgurên siyasetê ji siyaseta demokratîk bixe û tasfiye bike. Bi vê rêyê tevgereke siyasî ya li Tirkiyeyê hêviya demokrasiyê ye, tune bike."
HDP'ê herî dawî got ku "Em dawiya hempîşeyên wan a bi xemgînî dizanin û hişyar dikin!" û destnîşan kir ku ew ê hewldanên tasfiyekirinê bi ser nekevin.