HDP: Em Şerafettîn Elçî bi hesret û rêzdarî bibîr tînin

HDP'ê ji ber salvegera wefata Şerafettîn Elçî peyamek weşand.

Hevserokên Giştî yên HDP'ê Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag, bi wesîleya salvegera wefata siyasetmedarê Kurd Şerafettîn Elçî peyamek weşandin û ew bibîr anîn.

Di peyama nivîskî ya Demîrtaş û Yuksekdag de hat gotin: "Bû sê sal ku dostê me, hevrêyê me, kekê me yê hêja Parlamenterê Serdemên 16. û 24. ê Amedê Şefarettîn Elçî ji nava me koç kiriye.

Birêz Elçî, ku bi kesayetiya xwe ya dilnizm, bi helwesta xwe ya alîgiriya diyalog, lihevkirin û muzakereyê, bi danehevî û tecrûbeya xwe re tevkariyeke mezin li siyaseta demokratîk û têkoşîna azadî û demokrasiyê ya gelê Kurd kir, di jiyana xwe ya siyasî de em tinebûna wî ji her demê bêhtir îro hîs dikin.

Em mirovê hêja yê têkoşînê kekê xwe Şerafettîn Elçî bi hesret û rêzdarî bibîr tînin."