HDP: Em qurbaniyên Enfalê bi rêz û minet bi bîr tînin

HDP'ê qurbaniyên 'Enfal'ê bi bîr anî û diyar kir ku ew vî sûcê li dijî mirovahiyê yê ku li gelekî hate kirin şermezar dikin.

Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) têkildarî komkujiya "Enfalê" ku sala 1983'an di dema Saddam Huseyîn de li Başûrê Kurdistanê dest pê kir û di encamê de herî kêm 182 hezar kes hatin kuştin, daxuyaniyek weşand.

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Komkujiya Enfalê yek ji mezintirîn trajediyên mirovahiyê û dîrokê ye. Tevî ku bi dehan sal di ser re derbas bûne êşên wê hîn jî mîna roja destpêkê teze ne."

'BERPIRSYAR HÎN BI TEMAMÎ NEHATINE CEZAKIRIN'

Di daxuyaniyê de hate bibîrxistin ku Dadgeha Ceza ya Bilind a Iraqê 1'ê Adara 2010'an Komkujiya Helebçeyê ku beşek ji 'Enfalê' bû weke qirkirinê nas kiriye û hate gotin, "Tevî vê yekê jî berpirsyar bi temamî nehatine cezakirin. Ev komkujî li gel Parlamenta Iraqê û Meclîsa Rêveberiya Herêmî ya Kurdistanê li parlamentên Îngilistan, Swêd û Norwêcê jî weke 'Qirkirina Kurdan' hatiye qebûlkirin. Lê belê hêzên navneteweyî û dewletên herêmî yên ku berpirsyarê vê komkujiyê ne, hîn jî hesabê vî sûcê mezin ê li dijî mirovahiyê nedane.

'DI WIJDANÊ MIROVAHIYÊ DE MEHKÛM BÛN'

Bi rêya komkujiya Enfalê xwestin ku gelê Kurd ji aliyê dîrok, çand û hebûnê ve qetil bikin. Îro jî hin hêzên ku xwezî li rejîma Saddam dikin, bi rêya komkujiyên li dijî Kurdan hewl didin bi polîtîkayên 'xenîmetê' û êrişên dagirkeriyê encamê werbigirin. Bi vî rengî zîhniyeta Enfalê xwedî dike. Gelê Kurd ji Komkujiya Enfalê û Helebçeyê, mîna ku ji xweliyên xwe ji nû ve çêbû, bi heman rengî jinûve afirî û ji her komkujiyan bi xurtî rizgar bû. Niha jî bûye yek ji civakên azadîxwaz û polîtîk ên Rojhilata Navîn. Lewma ji niha û pê ve wê ti komkujî û êriş li dijî Kurdan bi ser nekevin; wê nikaribin azadiya gelê Kurd asteng bikin. Komkujerên berê di dîrok û wijdanê mirovahiyê de mehkûm bûn. Aqûbeta êrişkarên vê demê jî wê bi heman rengî be.

Bi wesîleya 14'ê Nîsanê Roja Bîranîna Qurbaniyên Enfalê em qurbaniyên komkujiyê bi bîr tînin û vî sûcê li dijî mirovahiyê yê li gelekî hate kirin şermezar dikin. Em wan mirovên ku hatin qetilkirin, ji ber sekn û berxwedana wan a rewa û mafdar bi rêzdarî bi bîr tînin."