HDP: Em li pişt gelê Katalan in

HDP’ê diyar kir ku ew li pişt biryara referandûma serxwebûnê ya gelê Katalan in û got, ‘’em bang li hikûmeta Rajoy dikin ku ji mafê hilbijartinê ya gelê Katalan re hurmetdar be.’’

Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) li ser referandûma serxwebûnê ya gelê Katalan daxuyaniyeke nivîskî da.

 ‘MAFÊ DIYARKIRINA ÇARENÛSA XWE NIKARE WERE ASTENG KIRIN’

HDP’ê di daxuyaniyê de wiha got: ‘’Em Partiya Demokratîk a Gelan, li pişt mafê diyarkirina çarenûsa xwe ya gelê Katalan in. Ti caran nayê qebûlkirin ku xwe îfadekirina tercîha gel bi zorê were astengkirin. Bi hinceta astengkirina referandûmê nikarin mafên destûrî yên Herêma Xweser a Katalonya asteng bikin.’’

BANGA LI HIKÛMETA REJOYÊ

HDP’ê di daxuyaniyê bang li Hikûmeta Rejoy kir û got: ‘’Em diyar dikin ku em li pişt gelê Katalan, Meclîsa Xweser a Katalonyayê, hikûmetê ne û li cem wan partiyên siyasî ku zext li ser wan tê kirin. Em bang li hikûmeta Rajoy dikin ku ji mafê hilbijartinê ya gelê Katalan re hurmetdar be, dawî li zexta xwe ya li ser otorîteyên Herêma Xweser a Katalan bîne.’’