HDP: Em li gel Koma Çarşiyê ne
HDP: Em li gel Koma Çarşiyê ne
HDP: Em li gel Koma Çarşiyê ne
Cîgira Hevseroka ji Mafê Mirovan û Hiqûqê ya HDP’ê berpirsiyar Meral Daniş Beştaş diyar kir îdîanameya li dijî Koma Çarşi hatiye amadekirin bersivê dide daxwaza desthilatdariyê û got: “Koma Çarşi ya di Berxwedana Geziyê de bi rengên xwe tevlî bûn, bi sûcdariyên neheq re rû bi rû hatiye" û diyar kir ew li gel wan e.
Meral Daniş Beştaş daxuyaniyek nivîskî da û diyar kir ku di nava wan de rêveberên Koma Çarşi ya alîgirên Kluba Beşîktaşê jî heye der barê 35 kesan de îdîaname hatiye amadekirin û wiha axivî: “Ev kes bi sûcdariya ku xwestine hikûmeta komara Tirkye ji holê rakin peywira wan asteng kirine, tên darizandin û her wiha der barê wan de cezayê muebetê tê xwestin."
Beştaş diyar kir ku ev îdîaname yek ji encamên bi xof a mudaxaleya hikûmetê ye û got: “Ev rastî ye ku rêgezên bê alî û serbixwe yên darazê hatine rakirin. Em ji ber vê yekê bi xemgînî diyar dikin ku ev îdîaname bersivê dide daxwazên desthilatdariyê. Desthilatdariyak û ji rêveberiyên berê bi gazinc e, hemû rê û rêbazên berê bi kar tîne û her kesên ku mafên xwe yên demokratîk û rewa bi kar tîne dike hedef."
Em jî careke din diyar dikin ku em li gel hêzên muxalefetê yên ku mafên xwe yên îfade û xwepêşendanê bi kar tînin cih digirin û li cem koma Çarşi ya di berxwedan Geziyê de bi rengên xwe tevlî bûne cih digirin. Em ji raya giştî re diyar dikin ku em ê têkoşîna, hiqûq, edalet û demokrasiyê bidin.”