HDP’ê starta mîtîngên referandûmê li ber girtîgeha Edîrne da

Partiya Herêmên Demokratîk (HDP) starta mîtîngên referandûm ê li ber Girtîgeha Ewlekariya Zêde ya Edîrne da ku Hevserokê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş lê rehîn hatiye girtin.

HDP'ê starta referandumê li ber deriyê girtîgehên Edîrne û Kandira da ku Hevserokên Giştî yên HDP'ê girtî di wan de rehîn hatite girtin. HDP'iyan diyar kirin ku ji bo referandum di şertên adil û wekhev de nayê kirin û balê bikişînin li ser vê xebat ji wir dane destpêkirin.

Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) starta mîtîngên referandumê li ber Girtîgeha Tîpa F a Edîrneyê da ku Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş girtî û li ber Girtîgeha Kandirayê ya Hevseroka Giştî ya HDP'ê Fîgen Yuksekdag girtî ne. Ji ber ku daxuyaniya li ber deriyê Girtîgeha Kandirayê hat astengkirin daxuyanî li avahiya HDP'ê ya Kocaeliyê hat dayîn.

Di heyeta ku li ber deriyê Girtîgeha Edîrneyê de Parlamenterên HDP'ê Pervîn Buldan, Erdal Ataş, Alîkarên Hevserokên Giştî yên HDP'ê Serpîl Kemalbay û Sezaî Temellî, endama MYK a HDP'ê Çîlem Oz, Hevseroka HDP'ê yê Stenbolê Esengul Demîr, Seroka Giştî ya ESP'ê Çîçek Otlu cih girtin. Di daxuyaniyê de pankarta "Em ê teqez bi ser kevin, Na em hemû bi ser kevin" hate vekirin.

'ME ÇAWA ADAR BI SER XIST KIR EM Ê 16'Ê NÎSANÊ BI SER BIXIN'

Seroka Giştî ya ESP'ê Çîçek Otlû diyar kir ku gelên Kurdistan û Tirkiyeyê di 21'ê Adarê de agirê azadiyê gihandin hev û wiha got: "Çawa me bi parlamenterên xwe ve Adar bi ser xist em ê di 16'ê Nîsanê de jî teqez bi ser kevin."

Alîkara Hevserokên Giştî yê HDP'ê Serpîl Kemalbay jî diyar kir ku ew weke gelên Tirkiyeyê di nava xebatên referandumê ya krîtik de ne û ew ê teqez bi ser kevin.

'MIROV NIAKER QALA REFERANDUMEKE ADIL Û WEKHEV BIKE'

Parlamentera HDP'ê Pervîn Buldan jî bal kişand li ser girîngiya ku partiya wan 6 milyon deng girtiye û starta xebatên referandumê li ber deriyê girtîgehê dide. Buldan destnîşan kir ku xebatên kampanya û propagandaya hilbijartinê serokên partiyan û parlamenterên partiyên din bi qadan bi awayeke rehet dikin û wiha berdewam kir: "Di pêvajoyeke wiha de serok û parlamenterên me girtî ne em xebatên referandumê dikin. Ev adil û wekhev nîne. Dibe ku hevserok û parlamenterên me girtî bin lê em soz didin wan ku xebatên 'Na' bi awayeke xurt bimeşînin."

Buldan bang li welatiyên Roman, Pomak, Kurd, Elewî û Tirk ên li Edîrneyê dijîn kir û got ku ji bo Tirkiyeyeke bi hêz û ronî dengê "Na" bi kar bînin, guhertina 18 madeyan de tiştekî nede Tirkiyeyê. Buldan got ku ew ê "Na" bi tîpên zêrin binivîsînin.

Buldan herî dawî xwest paralementerên wan ên girtî bên berdan.

Piştî daxuyaniyê heyet çû serdana saziyên li Edîrneyê.