HDP'ê pêşniyara lêkolînkirina Komkujiya Sêwasê kir

HDP'ê işaret bi rola dewletê ya di Komkujiya Sêwasê de kir û xwest, komkujî ji her alî ve bê lêkolîkirin.

Parlamenterên HDP'ê Alîcan Onlu, Erdal Ataş û Muslum Dogan, têkildarî Komkujiya Sêwasê pêşniyara lêkolînkirinê kirin.

Di vê pêşniyarnameyê de hat ragihandin, di ji dema Selçûkiyan û Osmaniyan heta niha, bawermendên Elewî bûne hedefa êrîşan û hat destnîşankirin, ku tevî van hemû êrîş û komkujiyan jî xwe heta roja îro parastin e. Di pêşniyarnameyê de hat gotin, "Li Komara nû ya ku bi mejiyê yek ziman, yek ol, yek nîjadê ava bû de qetilkirina Elewiyan bi Koçgirî destpê kir û bi Dersîm, Meletî, Mereş, Çorûm, Sêwas û Gazî dewam kir."

Hat bibîrxistin, ku yek ji komkujiyên li dijî mirovahiyê yên di dema komarê de hat kirin, di 2'ê Tîrmeha 1993'an de li Sêwasê hat kirin û her kêliya vê komkujiyê hat vegotin.

'DEWLETÊ QETLÎAMKER PARAST'

Parlamenterên HDP'yî bibîr xistin, ku qetlîamkeran otel dane ber agir, li pêş çavên mirovahiyê 35 can bi saxî şewitandine û bal kişandin ser helwesta siyasetmedarên serdest ên wê demê:

"Heman piştî komkujiyê, Serokkomarê wê demê Suleyman Demîrel got, 'Hêzên ewlekariyê û gel li hemberî hev ranekin. Ya qewimî ye munferît e. Di maçeke futbolê de jî ewqas mirov dikarin bimirin'. Her wiha Serokwezîra koalîsyona DYP-SHP'ê Tansû Çîller jî got, 'Şukur ji Xwedê re tiştek bi gelê me yê li derveyî otelê nehatiye'. Wezîrê Karên Hundir Mehmet Gazîoglû yê DYP'yî jî got, 'Ji ber tehrîkên Azîz Nesîn ên li hemberî gel, gel sor bûye û nerazîbûn nîşan daye'. Ev gotin hê di hişê mirovan de ye û wê ti carî ji hişê mirovan jî dernekevin. Her wiha Wezîrê Edaletê yê wê demê Şevket Kazan jî li girtîgehê çû serdana bersûcên Komkujiya Sêwasê."

Di pêşniyarnameyê de pêvajoya doza Komkujiya Sêwasê hat şermezarkirin û hat ragihandin, di vê bûyera 15.000 kes tevlî bûn de bi tenê 128 bersûc hatine girtin û ev jî hatine parastin.

GOTINÊN ERDOGAN HATIN BIBÎRXISTIN

Di dewama pêşniyarnameyê de hat gotin, "Di ser vê doza bi bêhiqûqiyê dagirtî re dem hatiye bihurandin. Serokwezîrê demê Recep Tayyîp Erdogan jî bi gotina 'Li gelê me, li welatê me pîroz be' ev rewş pêşwazî kiriye. Malbat û xizmên mirovên wan di komkujiyê de hatin qetilkirin û raya giştî ya demokratîk nerazîbûn nîşanî van gotinên Erdogan dane."

Wekîlên HDP'yî, ji bo ronîkirina her aliyên vê komkujiyê ji Meclîsê xwestin komîsyoneke lêkolînkirinê ava bike.