HDP'ê Noel û cejna Yaldoyê pîroz kir
HDP'ê Noel û cejna Yaldo pîroz kir û got, ''Em hêvî dikin ku ev cejn bibe sebeba rojên ku berxwedanî û hêviya me geş bûyî.''
HDP'ê Noel û cejna Yaldo pîroz kir û got, ''Em hêvî dikin ku ev cejn bibe sebeba rojên ku berxwedanî û hêviya me geş bûyî.''
Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Noel û cejna Yaldo pîroz kir.
HDP'ê di daxuyaniyê de got, ''Me saleke giran li pey xwe hişt ku civakê ji bo azadiyê berdêleke giran da û ji bo avakirina siberoja xwe pir li ber xwe da.Di serdemeke wiha de ku mirovahiyê têkoşîna azadî, wekhevî û jiyana hevpar geş kirî, ji hêlekê ve hêla kovîdê û ji hêlekê ve meyla ototerîter li hemû cîhanê berbelav bûye.''
Di daxuyaniyê de hate gotin, ''Hêla esasî nefret û cihêkarî ye ku bi salan didome, li ser dahatuya me dibe taloke. Bi geşkirina hêvî û wêrekiyê, bi geşkirina têkoşînê em dikarin her cure hêl, nebaşî û êrîşan ji holê rakin, vê rewşê biguherînin. Ev hêza me ye. Bes bila em bibin yek, mil bibin hev û ji bo siberoja xwe têbikoşin. Her cejna ku rojên pevrebûn, aştî û azadiyê ne, bi van hîsa n em pîroz dikin.''
Em Cejna Noelê ya welatiyên em yên Xiristiyan û Cejna Yaldo ya gelê Sûryan jidil pîroz dikin. Em hêvî dikin ku ev roj bibe sebeba wan rojên ku berxwedanî û hêvî lê geş dibin.''