HDP'ê li Meclîsê dest bi greva birçîbûnê kir

Hevseroka Giştî ya HDP'ê û gelek parlamenterên HDP'ê li Meclîsa Tirk dest bi greva birçîbûnê kirin.

Çalakiya greva birçîbûnê ya Parlamentera HDP'ê ya Colemêrgê Leyla Guven ku bi rengekê bê dorveger û bê dawî li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dest pê kiriye, di roja 27'an de ye. Grevên bi vê armancê her zêde dibin. Li Meclîsa Tirk jî wekîlên HDP'ê dest bi greva birçîbûnê ya ji bo du rojan kirin.

Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Bûldan, Hevserokê KCD'ê û Parlamenterê Agiriyê Berdan Ozturk, Berdevka Meclîsa Jinan a HDP'ê Dîlan Dîrayet Taşdemîr, Serokwekîlê Meclîsê yê HDP'yî Mîthat Sancar û parlamenter Kemal Bulbul, Şevîn Coşkûn, Serpîl Kemalbay, Habîp Eksîk, Zuleyha Gulum û Erdal Aydemîr tevlî greva birçîbûnê bûn.

Di heman demê de li rêxistinên HDP'ê yên bajarên Stenbol, Mersîn, Riha, Amed, Şirnex, Êlih, Mêrîn û Mûşê, bi beşdariya parlamenterên li van bajaran grevên birçîbûnê pêk tên.

'TECRÎDKIRINA OCALAN DIVÊ HERÎ ZÊDE LI MECLÎSÊ BÊ AXAFTIN'

Çalakgera greva birçîbûnê Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Bûldan got, "Di bin sîwana Meclîsê de me îro danê sibehê dest bi greva birçîbûnê kirin ku wê 2 rojan bidome."

Bûldan bi bîr xist ku ev çalakiya wan ji bo piştgiriya greva birçîbûnê ya Parlamentera Colemêrgê Leyla Guven e ku li dijî tecrîdkirina Ocalan 27 roj in di greva birçîbûnê de ye.

Bûldan diyar kir, armanca çalakiya Guven rakirina tecrîda li Îmraliyê ye û got, ev mesele divê herî zêde li Meclîsê bê nirxandin.

'EV MESELE NE TENÊ YA GUVEN E, YA TEVAHIYA TIRKIYEYÊ YE'

Bûldan bi dewamî got, "Eşkere ye ku heta pirsgirêka Kurd çareser nebe, krîza li vî welatî çareser nabe. Birêz Ocalan sê sal û nîv in tecrîdkirî ye. Ji bo rakirina vê tecrîdê Leyla Guven dest bi greva birçîbûnê kir û ji bo em bibin dengê Guven me jî li Meclîsê dest bi greva birçîbûnê ya 2 rojan kir. Divê ev pirsgirêk li Meclîsê were çareserkrin û guh bidin vê çalakiyê. Ev mesele ne tenê ya Leyla Guven e, ne tenê ya HDP'ê ye, ya tevahiya Tirkiyeyê ye.

Hêvîdar im ev greva birçîbûnê wê di demeke kin de bi ser bikeve. Rakirina tecrîdê ji bo paşeroja Tirkiyeyê, ji bo aştî û demokrasiyê girîng e.

Em ê du rojan li vir di greva birçîbûnê de bin. Ev berxwedan wê li deverên din jî bidome. Bêguman ev çalakiya me sembolîk e, lê ya divê bê kirin gelekî girîng e."

'ME BI WEZARETA EDALETÊ RE HEVDÎTIN NEKIR, BILA EW HEVDÎTINÊ BIKIN!'

Li ser rewşa Leyla Guven ji Bûldan hate pirsîn bê hevdîtin bi Wezareta Edaletê re kirine yan na. Bûldan jî got, "Me hevdîtin nekir, bila ew hevdîtinê bi me re bikin. Leyla Guven yekane parlamentera serdema 27'an e ku girtî ye. Îro ketiye greva birçîbûnê. Divê ew ji me bipirsin û vê mijarê bixin rojevê."