HDP’ê li dijî Rewşa Awarte start da kampanyaya seferbertiyê
Rêxistina HDP’ê ya Bajarê Stenbolê starta kampanyaya “Ji Rewşa Awarte Re Na û Seferbertiya Rêxistinbûyinê” da.
Rêxistina HDP’ê ya Bajarê Stenbolê starta kampanyaya “Ji Rewşa Awarte Re Na û Seferbertiya Rêxistinbûyinê” da.
Hevserokê HDP’ê yê Bajarê Stenbolê Dogan Erbaş destnîşan kir ku yekane rêya derketina ji kaosê HDP’e ye û got; “Em ê van rojên reş bibihurin. Em starta kampanyaya xwe ya ji Rewşa Awarte re na didin. Di vê çarçoveyê de wê serdanên me yên ji bo gel, dikandaran çêbibin.”
Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Bajarê Stenbolê bi şîara “Ji Rewşa Awarte Re Na û Seferbertiya Rêxistinbûyinê” starta kampanyayê li avahiya bajêr da. Di civîna çapemeniyê de ku tevahî rêxistinên navçeyan tevlî bûn, destpêkê Hevserokê Bajarê Stenbolê Dogan Erbaş axivî, bi bîranîna karesatên li Edene û Şîrwanê dest bi axaftina xwe kir û sepanînên Rewşa Awarte rexne kir.
Erbaş ragihand ku li Tirkiyeyê tê hewl tê dayîn ku serokatiyek yekperest, nîjadperest bê sazkirin, got, li dijî vê talokeyê hin dezgehên siyasî hê zêdetir nêzî HDP’ê bûne.
‘YEKANE RÊYA DERKETINA JI KAOSÊ HDP YE’
Erbaş diyar kir ku herî zêde ji zext û êrîşên tên meşandin siyasetmedarên HDP’yî bondor bûne û wiha got: “Li ser van jî tecrîd di nava tecrîdê de didin meşandin. Partiya me tevî hemû kêmûkurtiyan jî rêya xwe didomîne.” Erbaş bi bîr xist ku tekane rêya rizgarbûna ji kaosê HDP ye û wiha anî ziman: “ Em ê van rojên tarî derbas bikin. Em starta kampanyaya ji Rewşa Awarte re na jî didin destpê kirin. Di vê çarçoveyê de wê hevdîtinên me yên bi gel re pêk werin.”
LINGÊ JINAN KAMPANYAYÊ BI RÊXISTIN DIKE
Piştî Erbaş Hevseroka HDP’ê ya Stenbolê Aysel Guzel mafê axaftinê girt û diyar kir ku di vê demê de ku desthilatdariyê li dijî muxalîf û her kesên dijminatî îlan kirine kampanyayê didin destpêkirin. Guzel destnîşan kir ku kampanya ji 4 beşan pêk tê û wiha behsa lingê jinê yê kampanyayê kir: “Gava yekê, jin bi rêxistin dikin. Li ser vî bingehî lingê jinan a kampayayê wê sibehê saet 12:00’an bi daxuyaniyekê ya li avahiya rêxistina HDP’ê ya Stenbolê destpê bike. Wê piranî têkoşîna li dijî destdirêjiya li ser zarok û jinan be.” Guzel di dawî de jî diyar kir ku di vê çarçoveyê de ziyareta malan girîng e, di vê wateyê de wê mîtîngan jî li dar bixin.