HDP'ê li Bremenê civîna gel lidar xist
Li Bremenê, xebatên HDP'yiyan ên ji bo hilbijartinê bi civîna gel dewam kir.
Li Bremenê, xebatên HDP'yiyan ên ji bo hilbijartinê bi civîna gel dewam kir.
Li bajarê Elmanya Bremenê, li ser hilbijartinên pêşwext ên 1'ê Mijdarê civîneke gel hat lidarxistin.
Di civîna gel a bi organîzeya pêkhateyên HDP'ê yên Bremenê li mala cem hat lidarxistin de, Parlamenterê HDP'ê yê Çewlikê Hişyar Ozsoy, nûnerên partiyên siyasî û derdorên çep-sosyalîst û demokrat amade bûn.
'ERDOGAN BI ÇOYÊ DI DESTÊ XWE DE LI BER DERÎ SEKINÎBÛ!'
Ozsoy di axaftina xwe ya li vir de ragihand ku bindestên li Kurdistan û Tirkiyeyê di bin sîwana HDP'ê de yekîtiya demokratîk ava kirin, bi 80 parlamenteran cihê xwe di Meclîsê de girtin û got, "Lê belê, dema em weke nûnerên gel diketin hundirê parlementê, Erdogan rahiştibû ço û li ber derî sekinîbû."
Ozsoy da xuyakirin ku Erdogan ê di dema 7'ê Hezîranê de ol ji xwe re kir amûra propagandayê, niha jî alê bi kar tîne û diyar kir ku ti pirsgirêka HDP'ê bi sembolan re nîne.
Ozsoy anî ziman ku AKP bi konsepta xwe ya şer re, bi qasî ku sivîlan qetil bike êrîşî Kurdan dike û destnîşan kir ku nerazîbûna civakê ya li vê yekê, roj bi roj zêde dibe.
'LI ÇEWLIKÊ HDP WÊ XURTTIR BIBE'
Ozsoy di beşa pirs û bersivan den bal kişand ser zêdebûna dengên li Çewlikê û got, "HDP'ê ku rêjeya dengên xwe ji sedî 20'an derxist ji sedî 40'î. Vê carê wê vê rêjeyê zêdetir bike. Gelê li Çewlikê dest bi naskirina HDP'ê kir. Mal bi mal em ê bigerin û bixebitin."
BANGA AGIRBESTÊ
Parlamenterê HDP'ê yê Çewlikê Hişyar Ozsoy da xuyakirin ku PKK'ê diyar kiriye ku ew ji agirbesteke zexmkirî re amade ye, lê tevî vê ekê AKP di şer de israr dike û xwest, agirbesta dualî demek ji ya din zûtir bê ragihandin.