HDP'ê 'lêgerîna tazî' pirsî
HDP'ê 'lêgerîna tazî' pirsî
HDP'ê 'lêgerîna tazî' pirsî
Parlamenterê HDP'ê yê Wanê Ozdal Uçer, pêkanîna xerab û îdîayên li ser lêgerîn tazî ya di dema veguhastina 8 zarokan ji Girtîgah Tîpa M a Wanê ber bi Girtîgeha Zarokan a Sîncanê ya Enqereyê, ji Wezîrê Edaletê Bekîr Bozdag pirsî.
Parlamenterê HDP'ê yê Wanê Ozdal Uçer pêkanîna xerab û îdîayên li ser lêgerîn tazî ya di dema veguhastina Ragip Bîlekçî û Sedat Ozek, Mert Taştan, Recep Yucel, Dogan Bulbul, Omer Gencebay, Omer Farûk Kûl û Ûgûr Ûzûnkopru yên di bûyerên 6-7'ê Cotmeha 2014'an de hatin girt, ji Girtîgah Tîpa M a Wanê ber bi Girtîgeha Zarokan a Sîncanê ya Enqereyê, ji Wezîrê Edaletê Bekîr Bozdag pirsî.
Uçer ji Bozdag xwest bersivê bide van pirsan:
"Li Girtîgeha Tîpa M ya Wanê çima beşek ji bo mehkûmên zarokan nayê vekirin û li gel tê zanîn ku rê li ber mexdûriyeteke mezin vedike, ji girtîgehên gelekî dûrî malbat û parêzeran re tên şandin?
Hûn vê bûyera veguhastinê ya mehkûmên zarok lê rast hatin, li gorî kîjan mewzûata navneteweyî û xwecihî dinirxînin?
Haya we ji pêkanînên xerab û îşkenceya di dema veguhastinê de li zarokan tê kirin, heye?
Der barê mijarê de hûn difikirin ku der heqê wezîfedarên dewletê yên sûc kirine de lêpirsînê vekin û ceza bikin?
Hûn difikirin ku fermana pêwîst a ji bo vegerandina zarokên hatine veguhastin û anîna girtîgeha Wanê, bidin?
Ji bo dawîanîna li binpêkirina mafan a li dijî mehkûmên zarok tên kirin, hûn ê bikevin nava hewldanan û ji bo tespît û cezakirina wezîfedarên dewletê yên ev pêkanîn kirine, lêpirsînê vekin?"