HDP’ê komkujiya li Îkrîme şermezar kir

HDP’ê komkujiya li Îkrîme şermezar kir

Desteya  Rêveber a Navenda HDP’ê daxuyaniyek da û komkujiya bi êrîşên întîxarî yên li Taxa Îkrîme ya piranî Elewî lê dijîn ya bajarê a Humusê ya Sûriyeyê pêk hat şermezar kir.

HDP’ê daxuyaniyek nivîskî da û got: “Li Humusê li Taxa Îkrîme ya ku piranî Elewî lê dijîn yek jê êrîşa întîxarî du êrîşên bombeyî  pêk hat û di 41 jê zarokên temenê wan di navbera 2-12’an de bi giştî 45 kesî jiyana xwe ji dest daye û ji 120’î zêdetir kes jî birîndar bûye.

Di daxuyaniyê de hate  destnîşankirin ku di encama êrîşa li ber dibistanekê di serî de zarok sivîl hatine qetilkirin û em ji ber vê gelek xemgîn in. Em ji kesên ku malbatên xwe winda kirine re sersaxiyê dixwazin û ji gelê Sûriyeyê re sebrê dixwazin. Ji birîndaran jî şîfayê dixwazin.

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku ser rewşa niha ya Kobanê û wiha hate gotin: “Li Kobanê ev bi hefteyane êrîş pêk tên û em bi fikarin ku wê komkujiyek nû bê jiyîn. Niha jî  çeteyên cîhadê yên ji Tirkiyeyê piştgiriyê digirin li ser Xiristiyan û Elewiyan komkujiyê pêk tînin.

Hikûmeta AKP’ê ya ku piştgiriyê dide çeteyan ji hovîtiya ku li Îkrîme pêk hatiye jî berpirse. Ji destpêka şerê Sûriyeyê heta niha AKP li dijî komkujiyê Lazkiye, Zanuba û Adra û her wiha ya li dijî Elewiyan bêdeng e. Ev careke din bang li kesên ku dengê xwe nakin dikin; ji komkujiya Elewiyan re bêjin bes e!