HDP'ê ji bo Kobanê bang li civaka navneteweyî kir
HDP'ê ji bo Kobanê bang li civaka navneteweyî kir
HDP'ê ji bo Kobanê bang li civaka navneteweyî kir
Desteya Rêveber a Navenda HDP'ê banga piştgiriya ji bo Kobanê li civaka navneteweyî kir.
Desteya Rêveber a Navenda Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), di daxuyaniya ku weşand de, ji bo piştgiriya bi Kobanê re bang li civaka navneteweyî kir. Di daxuyaniyê de hate bibîrxisitn ku Kobanê 160 km ji bajarê Helebê yê mezintirîn bajarê Sûriyeyê ye dûr e û hat gotin: "Di heman demê de paytexta kantona herî biçûk a Rojava ye. Her çendî ev du sal in bajarê kanton û bajarê Kobanê, di dorpêça çeteyên DAIŞ'ê de ye, beriya niha ji ber şerên dijwar ên li Sûriyeyê, weke ciheke herî bi ewle dihate zanîn. Heta sala 2010'ê şêniya bajarê Kobanê 62.634 bû, lê niha ji ber kesên ku ji ber şer û pevçûnan reviyan bûye 5 qat."
Di berdewama daxuyaniyê de hate bibîrxistin ku DAIŞ'ê di mehên borî de êrîşê Iraqê kirin, Şengala ku piraniya şêniya wê Êzîdî ye bi dest xistin û komkujî pêk anîn. Her wiha hate diyarkirin ku gava çeteyên DAIŞ'ê ketin Mûsilê, artêşa Iraqê xwe vekişand û DAIŞ'ê hemû çek û derfetên leşkerî bi dest xist. Di daxuyaniyê de hat gotin: "Tank, top, wesayitên zirxî, fuze û gelek çekên din ên giran bi dest xistin û derbasî Sûriyeyê kirin. Van çekên xwe li derdora kantona bicûk Kantonê ya ku hatiye îzolekirin, kom kirin û dest bi êrîşê kirin."
Di daxuyaniyê de hate bibîrxistin ku çeteyên DAIŞ'ê roja 15'ê îlona 2014 de, êrîşê Kobanê kirin û hêzên YPG'ê bi derfetên xwe û çekên xwe yên ku kêm dest bi parastina Kobanê kirin. Daxuyanî wiha didome:
"Li aliyekê ev bûyer li Kobanê diqewimin, li aliyeke din Tirkiye li aliyê din ango li bakûrê Kobanêya ku ji sê aliyan ve ji aliyê DAIŞ'ê ve hatiye dorpêçkirin, girtiye û nahêle alîkarî ji Kobanê re biçin. Ji roja ku pevçûn li Sûriyeyê dest pê kirine û heta îro, Tirkiyeya ku heta îro desteka lojîstîkî, çek, alîkariya madî û manewî dide çeteyên El Nursa û DAIŞ'ê, ne alikariya çekan daye hêzên YPG'ê yên ku li dijî çeteyên DAIŞ'ê şer dikin, û ne jî hiştiye tu alîkariyek ji Kobanê re biçe." Her wiha hate diyarkirin ku polîs û leşkerên Tirk li ser sînor êrîşê girseya gel a aşitiyane a bi armanca piştgiriya bi Kobanê re kirine û hewl dane ku piştgirî ji Kobanê re neçe.
Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: "Li Şengalê Êzidî hatin qetilkirin, li Kesabê Ermenî, li Lazkiyeyê Elewî, li Mûsilê Suryanî hatin qetilkirin. Ji bo komkujiyeke wiha li Kobanê çênebe, em bang li hemû gelên Ewropayê, raya giştî ya Ewropayê dikin ku bêyi demê winda bikin, piştgiriyê bidin gelê Kobanê."
Di daxuyaniyê de ji bo penaberên ji Kobanê koçber bûne banga alîkariya mirovî hate kirin û hat xwestin ku raya giştî di vê mijarê de bihistiyar tevbigere û piştgiriyê bide.