HDP’ê ji bo girtîgeha Tîpa T ya Xarpêtê bangî meclîsê kir
Parlementera HDP’ê Aycan Îrmez ji bo lêkolînkirina êşkenceya li Girtîgeha Tîpa T’yê ya Xarpêtê ya ku greva birçîbûnê lê didome, bangî meclîsê kir.
Parlementera HDP’ê Aycan Îrmez ji bo lêkolînkirina êşkenceya li Girtîgeha Tîpa T’yê ya Xarpêtê ya ku greva birçîbûnê lê didome, bangî meclîsê kir.
Parlementera HDP’ê Aycan Îrmez ji bo lêkolînkirina êşkenceya li Girtîgeha Tîpa T’yê ya Xarpêtê xwest bila meclîsê lêkolînê bide destpêkirin.
Îrmezê sedema lêkolînê wisa da diyarkirin:
“Di 10’ê Mijdara 2017’an de li Girtîgeha Tîpa Tyê ya Xarpêtê 6 jinan dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger kirine. Di 10’ê Kanûna 2017’an de jî 4 jinên din tevlî wan bûne. Girtiyan ji bo başkirina şertên girtîgehê û bidawîkirina êşkenceya li girtîgehê dest bi greva birçîbûnê kirine. Vê greva birçîbûnê îro ketiye roja 56’emîn.
Tê diyarkirin ku tendirustiya girtiyên ku ketine greva birçîbûnê xerab dibe û êdî nikarin pêwistiyên xwe yên jiyanî bi cih bînin. Divê Wezareta Dadê mafên girtiyan bi cih bîne.
Têkildarî van girtiyên ku 56 roj in di greva birçîbûnê de ne tu gaveke erênî nehatiye avêtin û greva birçîbûnê ji zû ve xwe gihandiye sînorê bi rîsk.
‘FIKARÊN ME ZÊDE DIBIN’
Wezareta Dadê hê jî tu daxuyaniyek nedaye. Ji dêvila ku hikumet guh bide girtiyan, girtîgeh mafên wan binpê dike. Girtiyên ku greva birçîbûnê dane destpêkirin diyar dikin ku ew ê heta dawiyê çalakiya xwe bidomînin. Nayê qebûlkirin ku parlemento li hemberî vî tiştî bêdeng bimîne. Divê zextên li ser girtiyan werin tespîtkirin û wezareta dadê têkiliyê bi girtiyan re deyne û bi rêya diyalogê kêşe werin sererastkirin.”