HDP'ê hişyarî da: Tirkiye di asteke krîtîk de ye!

Bûldan û Temellî diyar kirin, bi rengekî ne hiqûqî û li dijî exlaqê dest li encamên hilbijartinê tê werdan û gotin, "Tirkiye di asteke gelekî krîtîk de ye."

Hevserokên Giştî yên HDP'ê Pervîn Bûldan û Sezaî Temellî bi sernavê "Em hişyariyê didin" daxuyaniyek weşandin û bal kişandin ser destwerdana piştî hilbijartinê tê kirin.

DESTWERDANA NE HIQÛQÎ

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Tirkiye di asteke gelekî krîtîk a biryardanê de ye. Bi destwerdana ne hiqûqî û li dijî exlaqê hewl tê dayin ku encamên hilbijartinê werin guhertin û ji bo desteserkirina îradeya ji sindoqê derketiye desthilatdarî hemû derfetan bi kar tîne."

Di daxuyaniya hevserokan de hate gotin, "Serlêdana ji bo îtirazê mafekî demokratîk e, lê belê ev derfet tenê ji bo desthilatdariyê tê bikaranîn. Meşrûiyeta vê helwesta tifaqa AKP-MHP'ê nîne. Helwest û feraseta li hemberî me tê nîşandan, bi ti awayî ji çanda polîtîk demokratîk sûd wernegirtiye.

Desteyên hilbijartinê yên navçe û bajaran li şûna ku hilbijartinê ewle bike û encameke mafdar ji sindoqan derxîne, bi temamî bi rengekî ne hiqûqî û ne mafdar tevdigere. Desteya Hilbijartinê ya Bilind jî ku saziya di ser desteyên hilbijartinê yên bajar û navçeyan e tenê li vê ne hiqûqiyê temaşe dike, ya jî bi zanebûn dest lê wernade. Ya heyî rewşeke neqanûnî ye.

EM HIŞYARIYÊ DIDIN DESTEYA HILBILJARTINÊ YA BILIND

Em hişyariyê didin Desteya Hilbijartinê ya Bilind. Eger bi lezgînî li ber vê cotstandartiyê ranebe wê ji aliyê hiqûqî û exlaqî ve ti meşrûiyeta xwe nemîne.

ÎTIRAZÊN ME NAYÊN QEBÛLKIRIN

Serlêdanên me yên îtirazê ku bi delîl û belgeyan hatin kirin, di serî de li Mûşê li gelek bajar û navçeyan nehatine qebûlkirin. Em vê yekê qebûl nakin. Li Stenbolê bi zexta tifaqa AKP-MHP'ê biryara jinûve jimartinê hatiye dayin. Lê belê li dijî me helwesteke berevajî tê nîşandan. Desthilatdarî bi rêya zext û zordariyê nahêle ku îtirazên me bê qebûlkirin.

HIŞYARIYA LI SER QERSÊ

Li ser serlêdana tifaqê herî dawî ji bo betalkirina hilbijartinên li bajarê Qersê Desteya Hilbijartinê ya Bajêr biryar da ku ji esasê ve mijarê binirxîne. Lewma em ji Desteya Hilbijartinê ya Bajarê Qersê û Desteya Hilbijartinê ya Bilind dipirsin: Yên ku hiştin leşker deng bidin em in? Yên ku berî çend mehan li dijî vê derketin ne em bûn? Desteya Hilbijartinê ya Bilind îtirazên me red nekir? Hûn bi kîjan zextê biryarê didin ku îtirazê ji esasê ve binirxînin?

Ji bo Desteya Hilbijartinê ya Bajarê Qersê vê biryara xwe ya ne hiqûqî rake, em serî li Desteya Hilbijartinê ya Bilind didin. Em dixwazin ev biryar tavilê bê rakirin.

HÊRSA TÊKÇÛNÊ

Desthilatdarî ku bi destwerdanên wê rê li ber gumanên li ser encamên hilbijartinê veke tevdigere, bi hêrsa têkçûnê radibe. Eger Deseya Hilbijartinê ya Bilind wê weke beşek ji vê hêrsê tevbigere, hingî li vî welatî rewatiya demokratîk a hilbijartinê nemaye."