HDP’ê, girtina Aksoy şermezar kir
HDP’ê, girtina Endamê Desteya Rêveberiya Navenda DBP’ê û parlementerê berê yê Agiriyê Halîl Aksoy şermezar kirin, daxwaz kirin ku ji bo divê biryara girtinê bi lezgîn bê rakirin.
HDP’ê, girtina Endamê Desteya Rêveberiya Navenda DBP’ê û parlementerê berê yê Agiriyê Halîl Aksoy şermezar kirin, daxwaz kirin ku ji bo divê biryara girtinê bi lezgîn bê rakirin.
Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) têkildarî girtina Parlementerê berê yê Agiriyê Halîl Aksyo daxuyaniyek nivîskî da. Di daxuyaniya ku li ser navê Serok Wekîla Komê Çaglar Demîrel û Îdîrs Balûken de hate dayînde wiha hate gotin: “Parlementerê me yê berê yê Agiriyê û endamê Desteya Rêveberiya Navenda Partiya Herêmên Demokratîk ên ji pêkhateyên me Halîl Aksoy, di 22’yê Îlonê de tevî binpêkirina hemû mafên hiqûqî ve hate girtin. Halîl Aksoy ê ku ji ber dozekî beriya niha hatibû berdan ji nûde girtina wî tê wateya sosretekî ya hiqûqê.
Di daxuyaniyê de hate gotin ku divê em peyama ku bi girtina Aksoy hatî dayîn, baş fêrm bikin, wiha pê de çû: “ Girtina Halîl Aksoy, ne parçeyekî bi qeyûman şaredariyên Kurdan desteser kirîn dûre û ev yek di çapemeniya alîkgir de jî dide nîşandan ku di çarçoveya êrîşên qirkirinê yên siyasî yên li dijî parlementerên me ne. Bila gelê Tirkiyeyê û desthildatdariya AKP’ê û Qesrê baş bizane; em ne bi girtin û êrîşên cur be cur stû xwar dikin, xwar jî nakin. Berdêla wê çi dibe bila bibe em ê li dijî zilmê û her cure zextan têkoşîna xwe ya demokratîk bê navber dewam bikin.”
Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku girtina Aksoy li deveyî qanûnê ye, vê biryarê qebûl nakin, bi tundî şermezar dikin û divê biryara girtinê bi lezgîn bê rakirin.