HDP’ê êrîşên li ser Başûrê Kurdistanê şermezar kir

HDP’ê êrîşa dewleta Tirk a dagirker a li ser devera geştê ya gel a Şarbajêr a girêdayî bajarê Silêmanî ya Başûrê Kurdistanê şermezar kir.

Desteya Rêveber a Navendî ya Partiya Demokratîk a Gelan (MYK HDP) a daxuyaniyek nivîskî da ev got: “Êrîşê desthilata AKP/MHP’ê ya li ser gelê Kurd bi dawî nabe. Desthilata ku li Tirkiye ya di nava sînorê xwe de dijminahiya gelê Kurd dike, darbeya qeyûm û mirinê disepîne, dijiminahiya xwe ya li derveyî sînorê Tirkiyeyê ya li ser Kurdan jî didomîne.

Li herêma Kurdistana Federal bi êrîşên leşkerî yên destpê kirî dest bi hedefkirina sivîlan kiriye. Rojên borî li bombe li Mexmûr, Şengal barandibû û sivîl qetil kiribûn. Îro jî devera geştê ya Şarbajêr a girêdayî Silêmaniyê kirin hedef û bombe lê barandin.

Li aliyê din duh li Kobanê jî êrîşên hewayî pêk anîn û 3 sivîl jiyana xwe ji dest dabûn.

Ev êrîş hiqûqa navneteweyî binpê dike. Bombekirina qadên sivîl lê sûcê mirovahiyê ye. Êrîşkirina li ser xaka welatekî din ne rewa ye, ev nayê qebûlkirin. Desthilat demeke dirêje li dijî gelê Kurd êrîşên berfireh, bi pilan û sîtematîk bi rê ve dibe. Hişmendiya ku Efrîn radestî çeteyan kir, li her cihê Kurd jiyan lê afirandiye di bin navê ‘teror û têkoşînê’ de dike hedef, xwe bi pesindayîna li Girê Spî û Serêkaniyê ku Kurdan tine bike, guhertina demografîk pêk tîne, dijminahiya gelê Kurd dike.

Ti qezenceke van êrîşan ji bo gelên Tirkiyeyê û civaka wê nîne. Berovajî hem di warê mirovî û hem jî aborî de dide windakirin. Berî her tiştî ev polîtîkaya dijminahiya li gelê Kurd tê sepandin divê gelê Tirkiey, ji bo azadiya xwe bi xwe,, ji bo mafê  jiyanê ya gelê bira li dijî derkeve.

Em bi tundî van êrîşên sîstematîk şermezar dikin. Em ê têkoşîna xwe ya li dijî vê hişmendiya ku gel ber hev radikin bidomînin.

Bang li gelê xwe her kesê demokrat û xwedî wijdan ên Tirkiyeyê, hêzên demokrasî û aştiyê dikin ku li dijî van êrîşan hê bi hêztir û bi helwestekî bi biryar piştevanî û dengê xwe hê xurtir derbixe.”