HDP’ê dema serîlêdanê ya bernamzetiyê dirêj kir

HDP’ê dema serîlêdanê ya bernamzetiya ji bo hilbijartinên herêmî dirêj kir. Serîlêdan ew ê di 12’ê Kanûnê de biqede.

HDP’ê îro bi daxuyaniyek nivîskî diyar kir ku, “Dema ji bo serîlêdana bernamzetiya hilbijartinên herêmî ya di 31’ê Adarê de, ji ber daxwazên zêde heta 12’ê Kanûnê hatiye dirêjkirin.”

‘ELEQEYEKE ZÊDE HATE NÎŞANDAN’

Di daxuyaniyê de ev tişt hate diyarkirin:

“Berê me diyar kiribû ku dema serîlêdanê ew ê heta 5’ê Kanûnê be. Lê ji bo hevşaredarî, endamtiyên meclîsê ji her dera Tirkiyeyê; jinan, ciwanan, siyasetmedarên berê, nûnerên bîr û baweriyan eleqeyeke zêde nîşanî serîlêdanê dan. Li herêmên ku qeyyûm hatine wezîfedarkirin serîlêdan zêde hatine kirin.

Ji ber daxwazên kesên ku dixwazin serî lê bidin Komîsyona me ya Rêveberiyên Herêmî biryar da ku dema serîlêdanan ew ê heta mesaîya 12’ê Kanûnê were dirêjkirin.”

KESÊN KU HEQÊ SERÎLÊDANÊ JI WAN NAYÊN STENDIN

Komîsyona Rêveberiyên Herêmî ya HDP’ê biryar dabû ku ji yên bi KHK’ê hatine îxraçkirin, jinan, ciwanan û berastengan ew ê heqê serîlêdanê neyê stendin.