HDP'ê biryar wergirt ku heta 19'ê Cotmehê bênavber çalakiyan bike

Navenda Koordînasyona Krîzê ya li dijî Qeyûman a HDP'ê biryar wergirt ku li dijî desteserkirina şaredariyên HDP'ê heta 19'ê Cotmehê bênavber çalakiyan bike.

Darbeya qeyûm ku di 19'ê Tebaxê de dest pê kir û şaredariyên bajarên mezin ên Amed, Mêrdîn û Wanê yên HDP'î hatin desteserkirin, di 19'ê Cotmehê de wê du mehan li pey xwe bihêle. Navenda Koordînasyona Krîzê ya li dijî Qeyûman a HDP'ê Çarşemê li hev kom bû û plansaziya çalakiyan amade kir.

HDP'ê biryar wergirt ku heta 19'ê Cotmehê bi rengekî demokratîk çalakiyan bike û nerazîbûna xwe nîşan bide.

Biryarên ku ji aliyê koordînasyonê ve hate wergirtin ji aliyê Desteya Rêveberiya Navendî ve jî hate pejirandin.

Di vê çarçoveyê de wê bi pêşengiya HDK, KCD û HDP'ê li Amed, Wan, Mêrdîn, Êlih, Edene, Stenbol û Îzmîrê çalakî pêk werin.

Plansaziya çalakiyên ku wê heta 19'ê Cotmehê pêk werin wiha ye:

"Çalakiyên nobedê yên li Amed, Wan û Mêrdînê li taxan jî bên kirin, li deverên nobedê standên îmzeyê bên danîn û kampanya îmzeyan a girseyî wê bê meşandin.

Bi pêşengiya HDK û HDP'ê wê nerazîbûna civakî ya li dijî darbeya qeyûm bi çalakî û xwepêşandanan bê mezinkirin. Bi vê armancê wê kar bê kirin ku derdorên cuda yên civakê tevlî çalakiyan bibin.

Bi beşdariya girseya gel a ji Bûrsa, Yalova, Kocaelî, Tekîrdag, Balikesîr, Çanakkale, Edîrne, Sakarya û hemû navçeyên wê di 16'ê Cotmehê de wê li navçeya Esenyûrt a Stenbolê çalakî pêk were.

Li Êlihê bi beşdariya ji navçeyên bajêr, ji Sêrt û navçeyên wê di 16'ê Cotmehê de wê kombûna gel pêk were.

Bi beşdariya girseya gel a ji Wanê û bajar û navçeyên derdorê wê di 17'ê Cotmehê de li Wanê kombûna gel pêk were.

Kombûna gel a bi beşdariya girseya gel a ji Mêrdîn, Şirnex û Rihayê û navçeyên wan, di 18'ê Cotmehê de wê li navenda Mêrdînê pêk were.

Ji navçeyên Îzmîrê, bajarên Manîsa, Aydin, Mûgla, Denîzlî û Antalyayê û navçeyên wan wê di 17'ê Cotmehê de wê li Îzmîrê civîna gel hebe.

Bi beşdariya girseya gel a ji navçeyên Edeneyê, ji bajarên Mersîn, Osmaniye, Hatay û hemû navçeyên wan di 18'ê Cotmehê de wê li Edeneyê civîna gel pêk were.

Li Enqereyê jî wê di 19'ê Cotmehê de bi beşdariya girseya gel a ji navçeyên Enqereyê, bajarên konya, Eskîşehîr, Kayserî, Kirşehîr û navçeyên wan civîna gel hebe.

Di 19'ê Cotmehê saet 13:00 de wê daxuyaniyên çapemeniyê yên girseyî li her deverê wê hebin."