HDP'ê bi Sekretera Giştî yê Konseya Ewropayê re axivî
Hevserokê Giştî yê HDP'ê Mîthat Sancar bi Sekrera Giştî ya Konseya Ewropayê Marija Pejčinović Burić re civîneke onlîne kir.
Hevserokê Giştî yê HDP'ê Mîthat Sancar bi Sekrera Giştî ya Konseya Ewropayê Marija Pejčinović Burić re civîneke onlîne kir.
Hevserokê Giştî yê HDP'ê Mîthat Sancar bi Sekretera Giştî ya Konseya Ewropayê Marija Pejčinović Burić re civîneke onlîne kir.
Sancar di civînê de têkilî pirsên li Tiikyê fikir û pêşniyarên xwe bi Burîc re par ve kir.
Sancar diyar kir HDP biryardar e ku li dijî doza girtina HDP'ê, ji wekîltî xistina Omer Faruk Gergerlîoglu, zextên li ser siyasetmedar û muxalîfên din, li dijî kirinên nehiqûqî yên weke betlakirina Peymana Stenbolê ya bi biryara Recep Tayyîp Erdogan, têbikoşe.
Sancar her wiha got nasnekirina biryarên DMME'yê, yên organên din ên bi ser Konseya Ewropayê ve, ziyanê ne ku tenê dide demokrasiya Tirkiyê, her wiha ziyanê dide pergala mafê mirovan a Ewropayê jî.
Sancar her wiha diyar kir divê têkiliyên Tirikyê yÊn bi Ewropayê re li ser rêgezÊn demokratîk rê ve biçe, ji bo vê li ser vê mijarê gelek peywirên girîng dikevin ser Konseya Ewropayê.
Burić jî got ew gavên li ser HDP'ê û muxalîfan ji nêz ve dişopînin.
Burîc bi domdarî diyar kir li ser qeyûman, destgîrkirin û girtina siyasetmedaran, ji bo ku Tirkiye li gorî Rpora Komîsyona Wenedîkê ya Konseya Ewroapyê û biryara DMME'yê ya li ser Demîrtaş bi cih bîne ew ê hewl bidin.
Burîc got divê biryara DMME'yê ya li ser Demîrtaş demildest bi cih were û MPKE demên pêş wê bi HDP'ê re tim bide û bistîne.